Nursel Yilmaz: Bila jin li doza keça min xwedî derkevin

  • 09:06 28 Cotmeh 2020
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Dayika Vîldan Nerede ya ku ji aliyê Ramazan Rerede yê pê re hatibû zewicandin ve hat qetilkirin Nursel Yilmaz, diyar kir ku keça wê bi komployekê hatiye qetilkirin û ew ê hata dawî şodarê doza wê be. Nurselê bang li jinan kir ku li doza keça wê xwedî derkevin.  
 
Li gundekî Bismila Amedê Ramazan Nerede, di 23'yê Mijdara 2019'an de jina pêre hatibû zewicandin Vîldan Nerede û Dînçer Dogan ê pê re qetil kiribûn.  Gûmanbar xwestibû ku sedema qetilkirinê di bin navê "namûsê" de meşrû bike. Di her daneşîna derbarê Ramazan Nerede ya ji ber qetilkirina Vîldan û kesê pê re Ramazan Nerede û parêzerên wî bi parastina ku kirin xwestin ku qetlîama hatiye kirin meşrû nîşan bidin. Herwiha gûmanbar bi bedlê cilê ku li xwe kir û hat eywana daneşînê jî hewl dabû  ji qanûna" rewşa baş" sûdê bigire û cezayekî kêm lê bê birîn.
 
Parêzerê gumanbar ji çapemeniyê aciz bû
 
Di daneşîna doza Ramazan Nerede ya derbarê qetilkirina Vîldanê ya beriya pandemiyê de parêzerê gûmanbar nexwestibû çapemenî tevli daneşînê bibe û bi parastina ku kiribû xwestibû bûyerê meşrû bike.
 
'Keça min bi komployekê qetil kirin'
 
Dayika Vîldanê Nursel Yilmaz jî diyar kir ku keça wê bi komployekê hatiye qetilkirin û wiha berdewam kir, ", Mewlud, Ugur, Ramazan, Lutfu û Sabahattîn keça min qetil kirin.  Ji keça min re gotin 'were em ê te bibin cem bavê te bavê te nexweş e' û ew birin qetil kirin .Ez dest ji vê dozê bernadim."
 
Parêzera Vîldanê xwest gûmabarê din jî bê girtin
 
Parêzera Vîldanê Gulşen Ozbek jî diyar kir ku qetlîam bi pilan hatiye kirin û divê derbarê  bavê gûmanbar Mevlut Nerede de jî ji sûcê "kuştina bi pilan" îfadê bide û gûmanbar Mevlut Nerede girtî bê darizandin.  Heyeta dadgehê daxwaza parêzer a bila Mevlut Nerede girtî bê darizandin red kir.
 
Daneşîna doza derbarê Vîldanê de 11'ê Mijdarê ye
 
Daneşîna ku ji ber pandemiyê hat taloqkirin di 13'ê Tîrmehê de hat dîtin. Di daneşînê de heyeta dadgehê xwest rewşa girtî ya bersûc berdewam bike û doza taloqî 11'ê Mijdarê kiribû.
 
Dayika Vîldanê Nursel  Yilmaz, bang li rêxistinên jinan û komeleyên jinan kir ku tevli daneşîna derbarê keça wê de bibin û xwedî li doza wê derkevin.