Ji Hevşaredar Fîlîz Bûlûttekîn re 15 sal ceza xwestin

  • 14:12 26 Cotmeh 2020
  • Hiqûq
AMED - Dozgeriyê ji bo hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn ku ji peywirê hat girtin û bi hinceta “endamtiya rêxistinê” derbarê wê de doz hat vekirin, ji 7sal û 6 mehan heta15 salan ceza hat xwestin.
 
Çaremîn danişîna doza ku bi hinceta “emdamtiya rêxistinê” li Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn ku ji peywirê hatibû girtin û qeyûmê tayînî şûna wê hatibû kirin, hatibû vekirin, li 11’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Sûrê hat dîtin. Fîlîz  û parêzerê xwe Sertaç Bûlûttekîn li danişînê amade bûn. Di danişînê de dozgerê dozê mutalaaya xwe xwend û bi angaşta “emdamtiya rêxistinê” ji 7sal û 6 mehan heta 15 salan ji Bûlûttekîn re cezayê girtîgehê xwest.
 
Fîlîz Bûlûttekîn û parêzerê xwe Sertaç Bûlûttekîn, şahidiya şahidê nepen qebûl nekirin daxwaza bereatê kirin. Heyeta dadgehê bêyî ku navber bide danişînê danişînî taloqî 22’ê sibata 2021’an kir.