Îdanameya hevseroka girtî 11 meh e nayê amadekirin

  • 10:40 22 Cotmeh 2020
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Îdanameya derbarê Hevseroka DBP'ê ya Mêrdînê Hesîbe Mengîrkaon ku ji bo îfadeyê bide çûbû emniyetê û li ser îfadeya çavdêrê nepen hatibû girtin 11 meh e nehatiye amadekirin.  Herwiha hat ragihandin ku Hesîbeya li girtîgehê nexweş ketiye rakirine nexweşxaneyê. 
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Mêrdînê Hasîbe Mengirkaon di 24’ê Kanûna 2019’an de ji bo îfade bide çûbû qereqolê. Lê ji ber îfadeya çavdêrê nepen û bi hinceta endamtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)  hat girtin. Lewra rexmê ku gelek pirsgirêkên tendirustiyê yên Hasîbeyê hene jî 11 mehe girtî ye û ji ber ku îdanameya derbarê wê de nehatiye amadekirin nayê darizandin.  
 
Hesîbeya di girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E de dima û her ku diçû pirsgirêkên wê yên tendirustiyê zêde dibûn. Li gorî agahiyên hatin bidestxisitn hat ragihandin ku beriya heftiyekê ji ber ku rewşa Hesîbeyê ya tendirustî nebaş bûye wê rakirine nexweşxaneyê.
 
Ev 3 care rewşa wê dikeve xeterê!
 
Hasîbeya di meha Kanûnê de hatiye girtin bi qasî 11 mehane bêyî were darezandin tê girtin û pirsgirêkên wê yên tendirustiyê yên weke şekir, xizok (astım),tansîyon, nexweşiya kezeba spî û gelek nexweşiyên wê yên din hene. Di pêvajoya ku girtî maye de 3 caran jiyana wê ketiye xeterê û ew rakirine nexweşxaneyê. Herî dawî ji beriya heftiyekê rewşa wê xeter dibe û wê radikin nexweşxaneyê.
 
Bi şertê kontrola edlî jî nehat berdan
 
Li gorî agahiyên me ji parêzerên Hesîbeyê girtine ev 11 mehin îdanameya wê nehatiye amadekirin. Parêzeran anî ziman ku wan ji bo pirsgirêkên Hasîbe yên tendirustiyê li ber çav werin girtin daxwaza ku bi şertê kontrola edlî bê berdan kirine lê ew jî nehatiye qebûlkirin. Dadgerên 2'emîn Dadgeha Sûlhê ya Mêrdînê ku daxwaznameya parêzeran girtin bi hinceta ku di dosyayê de delîl hene red kir.  
 
‘Divê daxwaza me bê qebûlkirin’
 
Parêzeran destnîşan kir ku Hasîbeya bi qasî salekê ye di girtîgehê de ye rewşa tendirustiya wê ne başe û her ku diçe xirabtir dibe. Li ser vê yekê ji parêzeran bi dozger re hevdîtin pêk anî. Hasîbeya bi riya parêzeran peyam şandiye wiha dibêje: “Bi qasî salekê bêyî ku sucekî min hebe min di girtîgehê de dihêlin. Hîna îdanameya derbarê min de jî ne hatiye amadekirin. Pirsgirêkên min ên tendirustiyê hene. Beriya niha min raporek da û niha ji ez ê ji ber kezeba xwe ya spî ji raporê bidim. Ji ber vê ez dixwazim ku daxwaza min a serbestberdanê ya bi şertê kontrola edlî bê qebûlkirin.”
 
Herwiha wê îdianameya Hasîbe kengê were amadekirin nayê zanîn.