Darbarê Dayikên Laçikspî de biryara beratê

  • 16:38 20 Cotmeh 2020
  • Hiqûq
STENBOL- Dayikên Laçikspî yên ku ji ber piştgirî dabûn zarokên xwe yên di greva biçîbûnê de dihatin darizandin hatin beraetkirin.  
 
Dayikên Laçikspî ji bo balê bikişînin ser zarokên xwe yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocaln di çalakiya gireva birçîbûnê de, li ber Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan nobet girtibûn. Derbarê Dayikên Laçikspî de bi îdiayên “li ser navê rêxistinê sûc kirine” û “muxalefetiya qanûna xwepêşandan û meşê kirine” doz hatibû vekirin û dihatin darizandin. Danişîna doza dayikan li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê hat kirin. Dayikan û parêzerên wan parastin kirin û piştî parastinan şandeya dadgehê derbarê dayikan de biryara beraetê da.