Giliyê li ser medyaya civakî di îdanameyê de delîlê sûc nîşan dan

  • 09:05 20 Cotmeh 2020
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Îdianameya derbarê Hevşaredara navçeya Mîdyatê Filîz İşik de hat amade kirin. Di îdanameyê de giliyê li ser medya civakî hatiye kirin cih girt û weke delîl hat hesibandin.
 
Hevşaredara navçeya  Mîdyata Mêrdînê ya  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Filîz İşik di 22’yê Îlonê de hatibû binçavkirin . Di 24’ê Îlonê de jî bi îdaya “endamtiya rêxistinê” û ji ber ku xebatên hilbijartinê kiribûn  hate girtin. Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mardînê ve derbarê Fîlîz Işik de îdianame hat amadekirin û îdanameya hat amadekirin  ji aliyê 2'emîn Dadgeha Giran a Mêrdînê ve hat qebûlkirin.
 
Daniştina yekemîn a doza ku Fîlîzê jê tê darizandin  wê di 24’ê Mijdarê de were dîtin. 2 şahidên veşartî ku navê wan di îdanameyê de derbas dibe û du kes jî wê aşkera bên îfadeyê bidin.  Herwiha di 14’ê  Gulanê de jî li ser medyaya civakî kesekî bêy ku nasnameya xwe nîşa bide li ser medya civakî gilî derbarê Filîzê de li navenda ewlehiyê ya bajjêr kiribû û ev ji di îdanameyê de cih digire.
 
Xebatên hilbijartinê sûc hatin nîşandan
 
Filîza ku li Girtîgeha Jinan a tîpa E ya Mêrdînê dima bi sê girtiyên jin re di 2’yê Cotmehê de şandin Girtîgeha Jinan a Amedê. Filîz li ser îfadeya 4 kesan ku ji wan 2 nasnameya wan ne diyar e tê girtin. Van kesan di îfadeya xwe de qala xebatên hilbijartinê kirine û ev xebat wekî delîlên sûc bûne sedema gitina wê. Kesê bi navê Okyanus ku bi awayê veşartî li ser Filîzê îfade daye jî di îfadeya xwe de wiha destnîşan kiriye: “ Beriya hilbijartinên herêmî yên sala 2014'an  de Fîlîz Işik a ji Midyatê ji bo xebatên hilbijartinê hatibû erkdarkirin.  Ev kes têkiliya wê bi rêxistinê re heye û alîkariyê dide rêxistinê. Ji ber vê sedemê ji divê ev kes were şopandin û baş li ser were rawestîn.” Piştî vê îfadeyê meniyet dest bi lêkolînê dike lê tu encamê bi dest naxe.
 
Giliya li ser medyaya civakî bû delîlê şênber
 
Şahidên veşartî û giliya li ser medyaya civakî hatiye kirin weke delîlê şênber hat hesibandin û di îdanameya derbarê Fîlîzê de cih girt. Îdanameya hatiye kirin de ev îfade cih digirin: “Ev kes di nava rêxistina terorê ya PKK’ê  de cih digire û çalekiyan dide meşandin. Ji bo vê îdayê jî delîl û şahid hene. Ango li ser ragihandina şahidan ev kes di nava rêxistinê de ji jinan berpirsyare û li ser navê rêxistinê jî pere kom kiriye. Giliya ku li ser medyaya civakî hatiye kirin ji van yekan piştrast dike. Di encama van daneyan de diyar dibe ku ev kes endama rêxistinê ye û pêwîst e li gorî qanûnên li jor hatine diyarkirinê were darezandin."
 
Li gorî îdanameya hatiye amadekirin wê yekemîn daniştina dozê di 24’ê Îlonê de bê kirin.