Darizandina bersûcê tecawizê Mûsa Orhan dest pê kir

  • 15:42 16 Cotmeh 2020
  • Hiqûq
SÊRT - Yekemîn rûniştina doza darizandinê ya çawişê pispor Mûsa Orhan ê ku tecawizî Îpek Er kir û bû sedema ku Îpekê xwe întihar bike dest pê kir. 
 
Yekemîn rûniştina doza darizandinê ya çawişê pispor Mûsa Orhan ê ku li Navçeya Qubîyê ya Êlihê tecawizî Îpek Er kir û bû sedema ku Îpekê xwe întihar bike li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê dest pê kir. Bersûcê tecawizê Mûsa Orhan ê ji ber sûcê "Êrîşa zayendî ya bi zanebûn" tê darizandin li Enqereyê bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bû. 
 
Berî rûniştinê derdora edliyeyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. 
 
Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, Parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Feleknas Ûca, Dêrsim Dag, Siddik Taş, endamên Komeleya Jinê ya Rosayê, Seroka Giştî ya Milên Jinê ya CHP'ê Aylîn Nazliaka, Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Rehşan Bataray, Serokê Baroya Êlihê Hamîd Çakan, Parêzerêngirêdayî baroyên Amed, Êlih, Sêrt, Şirnex, Rihayê û malbata Îpek Er beşdarî rûniştinê bûn. 
 
Dayika Îpek Er, Hakime Kilinç, bavê wê Fuat Er û birayê wê Kemal Er wekî muştekî beşdarî rûniştinê bûn. 
 
Bi hinceta cih tune ye ew negirtin
 
Tevî 5 parêzerên muştekî 20 parêzer û parlamenter girtin eywana rûniştinê. Rojnameger û 46 parêzer bi hinceta cih tune ye negirtin eywanê. 
 
Gelek kesên ku ji bo beşdarî rûniştinê bibin negirtin eywanê û berî rûniştinê derdora edliyeyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.