Biryara anîna bi zorê ya 'şahidê' di dosyaya rojnamegeran de, hat dayin

  • 13:40 15 Cotmeh 2020
  • Hiqûq
STENBOL- Di rûniştina doza nûçegîhanên MA'yê Sadiye Eser û Sadik Topaloglu tên darizandin de biryara anîna bi zorê ya 'şahidê' di dosyaya rojnamegeran de yê bi navê Ozgur Baran, hat dayin.
 
2’yemîn rûniştina doza derbarê nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Sadik Topaloglû û Sadiye Eser a bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû vekirin li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Sadiye û Sadik ên negirtî tên darizandin û parêzerên wan beşdarî danişînê bûn. Ozgur Baran ê derbarê Sadiye û Sadik de îfade dabû, beşdarî danişînê nebû. Memet Savaş ê di dema serdegirtina malê de, dest danîbûn ser perê wî jî weke şahid hat guhdarkirin. 
 
Berî rûniştinê, hat dîtin ku  bernameya dersên aîdê salên 2014, 2015, 2016 û 2017’an ên Sadik ên ji Zanîngeha Stenbolê hatibûn xwestin, ji dadgehê re hatibûn şandin.  
 
Polîsan dest xistin ser pereyan
 
Mehmet Şavaş ê di rûniştinê de axivî, wiha got: “Sadik Topalgolû, dem bi dem tê mala min. Dema ku polîsan bi ser mala min de girtin, dest danîn ser 8 hezar û 500 euroyên xwediyê cihê karê ku ez lê dixebitim. Pereyê ku polîsan dest danîn ser ne yê Sadik e. Ji bo ku ez bidim xwediyê cihê karê xwe, ez dixwazim ku paşve ji bo min bê dayîn.”
 
Xwestin kontrolê wan ên edlî rabin
 
Dûre, Sadik Topaloglû, parastin kir û wiha got: “Ez dixwazim şertê kontrola min rabe.” Sadiye Eser jî, xwest şertê kontrola wê bê rakirin û malzemeyên wan ên dijîtal paşve ji bo wan bên dayîn. 
 
Parêzerên Sadiye û Sadik, piştre mafê axaftinê girtin û xwestin Ozgur Baran bînin dadgehê û şertê kontrola edlî yê derbarê muwekîlên wan de hatibûn dayîn bên rakirin. 
 
Xwestin Ozgur Baran bînin dadgehê
 
Dozger jî, diyar kir ku ew derbarê dosyeyê de, mutalaya xwe amede dike û da zanîn ku pêwîst nake ku Ozgur Baran bînin dadgehê, bila îfadeyên wî yên li Midûriyeta Polîsan bê esasgirtin. Parêzeran îtirazî vê yekê kirin û xwestin Ozgur Baran bînin dadgehê. 
 
Rûniştin hat taloqkirin
 
Şandeya dadgehê piştî parastinanan, biryara xwe eşkere kir. Dadgehê biryara da ku şahid Ozgur Baran bi zorê bînin dadgehê û li dadgehê îfade bibe. Şandeya dadgehê, şertê kontrola edlî ya derbarê Sadiye û Sadik de rakir û ji bo wan biryara dewama qedexeya derveyî welat da û danişîn taloqî 9’ê Adarê kir.