Endama Komeleya Jinê ya Rosayê, Rojda Bariş hat tehliyekirin

  • 14:43 14 Cotmeh 2020
  • Hiqûq
AMED - Endama Komeleya Jinê ya Rosayê Rojda Bariş di yekemîn rûniştina doza dihat darizandin, hat tehliyekirin.
 
Di çarçoveya operasyona li dijî KCD'ê ya di 9'ê Cotmeha 2018'an de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê hat destpêkirin de Endma Komeleya Jinê ya Rosayê, Rojda Bariş hatibû binçavkirin û di 29'ê Hezîranê de hatibû girtin. Yekemîn rûniştina doza Rojda hat dîtin. Rojda bi SEGBÎS'ê beşdarî rûniştina li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bû. Parêzerên Rojda jî li rûniştinê amade bûn. 
 
Piştî parastina Rojda û parêzerên wê heyeta dadgehê navber dan rûniştinê. Heyeta dadgehê biryara tehliyekirina Rojda da û rûniştin taloqî dîrokeke din hat kirin.