Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç beraat kir

  • 14:15 14 Cotmeh 2020
  • Hiqûq
ŞIRNEX -  Di daneşîna doza ku hevseroka HDP'ê Guler Tunc û hevserokê berê yê DBP’a  Cizîrê jê dihatin darizandin de biryara beraetê hat dayîn.   
 
Zulkuf Gezen di dema çalakiya greva birçûbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK2ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin de Zulkuf Gezen bi armanca şermezarkirina tecrîdê dawî li jiyana xwe anîbû. Bi minasebeta vê bûyerê daxuyaniyeke ku, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Guler Tunç û Hevserokê Partiya Heremên Demokratîk(DBP) a Cizîrê yê berê  Selahattîn Kolanç jî tevlî bûbûn hatibû dayîn. Di derbarê Guler û Selahattîn de bi îdîaya “Sûc û pesindayina sûcdar” doz hatibû vekirin. Daneşîna biryarê ya dozê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Eslî a Cizîrê hat dîtin.    
 
Daneşîn bi tespît kirina nasnameyan hat destpêkir, parêzerên Guler û Selahattîn li daneşînê amade bûn. Parêzerên ku parastina mûwekîlên xwe kirin, beraeta wan xwestin. Piştî parastinê navber hat dayîn û piştî navberê dadgehê biryara beraata Guler û Selahattîn da.