Hevseroka HDP'ê ya Sûrê Hatun Yildiz tahliye bû

  • 17:14 13 Cotmeh 2020
  • Hiqûq
AMED - Hevseroka HDP'ê ya Sûrê û endama Komeleyya Jinan a Rojsayê Hatun Yildiz di daneşîna doza xwe ya yekemîn de ku li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin tahliye bû.
 
 Di 28'ê Hezîranê de li dijî Kongreya Civaka Demokratî a Gelan (KCD) û Pirtûkxaneya J&J de girtin û 45 kesên ku Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sûrê Hatûn Yildiz jî di nav wan de bûn hatin binçavkirin. Hatûn Yildiz a ku di heman demê de endama Komeleya Jinan a Rosayê ye îro daneşîna doza wê li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.  
 
Daneşîn bi bi tespîtkirina nasnameyê hat kirin. Piştî parastinê makamê îdayê bi hinceta ku beleyên di dosyayê de ne temamin xwest girtina Xatûnê berdewam bike. Lê li ser îtîraza parêzerên wê Hatûn hat tahliyekirin. 
 
Heyeta dadgehê daneşîn taloqî 19'ê çileya 2021'ê kir.