‘Di dosya rojnamegeran de delîl tune ye’

  • 10:21 13 Cotmeh 2020
  • Hiqûq
WAN - Parêzer Ebrû Demîrtepe ya derbarê rewşa nûçegîhana me Şerhrîban Abî û hempîşeyên wê yên hatin girtin de axivî got: "Derbarê ku endamtiya rêxistinê de tu delîlên şênber tune ne û di dosyayê de tenê nirxandin hene. Qeydên deng wekî delîl pêşkêşî me kirin."
 
Li Navçeya Şaxê ya Wanê di 11'ê Îlonê de, leşkerên ku derketin operasyonê welatî Servet Tûrgût û Osman Şîban binçav kirin û piştî îşkenceyê ji helîkopterê avêtibûn. Piştî bûyerê bi 20 rojan Servet Tûrgût li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Osman Şîban jî li Mêrsînê hîn jî li nexweşxaneyê tê tedawîkirin. Rojnamevanên ku bûyera du welatiyên ku ji helîkopterê hatibûn avêtin kiribûn nûçe û bi raya giştî re parve kiribûn, di 6'ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin. Rojnameger di 9'ê Cotmehê de sewqî dadgehê kirin û Dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" girtin. 
 
Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, nûçegihana me Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala hatin girtin. Belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Fehîm Çetîner û belavkara rojnameyê ya berê Şukran Erdem jî bi şertê kontrolkirina edlî hatibûn berdan. Parêzer Ebrû Demîrtepe derbarê girtina nûçegîhana me Şehrîban Abî û 3 hempîşeyên wê de ji ajansa me re axî. 
 
Ebrû, destnîşan kir ku di dosyayên rojnamegeran de tu delîl nîne û got: "Di dosyayê de denê qeydên deng û mijarên ku nûçe vedibêje hatine not kirin hene. Ligel delîl tuneye jî wekî 'endamên rêxistinê ne' tên darizandin. Qeydên deng jî tenê ji axaftinên rojane pêk tên. Her wiha rojnamegerên ku îhlalkirina mafên mirovan ên girtîgehan kirine nûçe di dosyê de wekî delîl hatine nîşandan. Ev tişt nîşan dide ku di destê wan de tu delîl nîne. Li hemberî muvekîla me hêj di mehên adar û sibatê de lêpirsînek hatiye destpêkirin. Piştî nûçeya Servet Turgut û Osman Şîban muvekîla me hat binçavkirin. Ji ber ku hikûmeta naxweze bûyerên bi wî rengî derkevin holê û ji xwe re wekê tehdît dinirxînin."
 
Ebrû, diyar kir ku rojnamegerên ku li qadan dixebitin her tim tên tehdîtkirin û wiha axivî: "Rojnameger rastiya bajêr dibêjin. Em hiqûqnas jî rastiya heyî dişopînin û  dosyayên wan dişopînin. Kesên ku ji helîkopterê hatîn avêtin û kesên ku ji sînor tên kuştin bûyerên rast in. Muvekîla me jî wê rastiyê bi zelalî ji raya giştî re ragihand. Çend dewlet naxweze li hemberî dewletê nûçe bê çêkirin jî mafê gel heye ku rastiyê bizane û rojnameger jî divê peywîra xwe bi cih bîne. Di çapemeniya alîgir de nûçeyek nîne lê belê çapemeniya muxalîf ên wekî Ajansa Mezopotamyayê û Jin Newsê mirova dikare nûçeyan bibîne. Ji ber vê sedême Jin News û Ajansa Mezopotamyayê tên sûcdar kirin. Bi girtina wan rojnamegeran peyama 'Dema hûn wan nûçeyan çêkin em ê bêjin hûn girêdayî rêxistina KCK'ê ne' tên dayîn."