Çawîşê pispor Musa Orhan ê tecawizkar vê heftê tê darizandin

  • 12:08 11 Cotmeh 2020
  • Hiqûq
NAVENDA NÛÇEYAN - 12-16'ê Cotmehê dê jin herî kêm 10 daneşînan bişopînin. Doza herî girîng a dê bê tîn ya çawîşê Pispor Musa Orhan ê li Êlihê tecawizî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê ye. 
 
Li Tirkiye û li herêmê vê hefteyê di nava dozên ku dê bên dîtin de, dozên, gelek gûmanbarên li jinan tundî kirine, siyasetmedar û rojnamegeran hene. Ji van dozên ku dê vê hefteyê bên dîtin ya herî girîng daneşîna doza çawîşê pispor Musa Orhan ê ku li Qubîna Êlihê tecawizî Îpek Er kiriye ye û bûye sedema mirina wê ye. Herwiha li bendê ye ku vê heftê doza rojnamer Sadiye Eser û Sabîha Temîzkan jî bê dîtin.
 
Hin dozên ku dê vê hefteyê bên dîtin wiha ne:
 
13'ê Cotmehê:  Li  Mêrdînê daneşîna doza derbarê zaroka ku bavê wê Î.K. berî bi 9 salan tecawizî wê kir û berî bi salekê jî xalê wê Yahya Kaymaz tecawizî wê kir li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê dê bê dîtin.
 
14'ê Cotmehê: Daneşîna doza Hevşaredara Yenişehira Amedê Belgîn Dîken jê tê darizandin dê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.
 
15'ê Cotmehê: Li Stenbolê doza Rojnameger Sabîha Temîzkan jê tê darizandin dê li 35'emîn Dadgeha Cezayê GIran a Stenbolê bê dîtin.
 
15'ê Cotmehê: Li Stenbolê daneşîna doza Rojnameger Sadiye Eser û Dadik Topaloglu jê tên darizandin dê li 22'emîn Dadgeha Cezayê Giran li Çaglayanê bê dîtin. 
 
16'ê Cotmehê: Dê daneşîna doza çawîşê pispor Musa Er ê li Qubîna Êlihê tecawizî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê li 1'memîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê bê dîtin.