Rûniştina hevşaredara girtî Yildiz Çetîn di 8’ê cotmehê de ye

  • 09:06 3 Cotmeh 2020
  • Hiqûq
Dîlan Babat
 
WAN - Hevşaredara Erdîşê ya HDP’ê Yildiz Çetîn ya ku qeyûm tayînê şûna wê bû û hat girtin, ji ber xebatên jjin û şaredariyê sûcdar hat dîtin û girtin. Runiştina doza wê di 8’ê cotmehê de ye.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de 65 şaredarî qezenc kir. Herî dawî di 2’ê cotmehê de qeyûm tayînê şaredariya Qersê ya HDP’ê bû û bi vê re jî bû 48 şaredariyên HDP’ê ku qeyûm tayînî wan hat kirin. Yek ji van şaredariyan ya Erdîş a Wanê bû. Di 2016’an de dema qeyûmên ewil de Yildiz Çetîn hevşaredara DBP’ê ya Payîzava bû û piştî qeyûm tayînê şûna wê bibû 7 meha girtî mabû. Di hilbijartinên 2019’an de ji bo hevşareariya Erdîşê hat hlibijartin. Yildiz di 22’ê cotmeha 2019’an de qeyûm tayînê şûna wê hat kirin û hat girtin. Xebatên jinan û faliyetên şaredariyê yên dema hevşaredartiya wê sûc hatin hesibandin û runiştina wê di 8’ê cotmehê de hat dîtin.
 
Heta 15 salan ceza tê xwestin
 
Yildiz ya li girtîgeha Tîpa T ya Wanê dima surgunê girtîgeha Tîpa T ya Osmaniyê hat kirin. Serdozgeriya Komarê ya Wanê der barê Yildiz û 11 kesên din de bi îdiaya "di rêxistinbûna jinan de cih girtiye, ji rêxistinê re endam peyda kirine û bi rêxistinê re hevdîtin kirine" îdianame amade kir. 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê îdianame qebûl kir û der barê Yildiz û kesên din de bi îdiaya "endamtiya rêxistin", "propaganda rêxistinê kirin", "pêkanîna civîn û çalakiyên li dijî qanûnê", "alîkarya rêxistinê" heta 15 salan ceza xwest. Dosya Yildiz û kesên din ji hev veqetandin û di çarçoveya dosyaya hat veqetandin de wê Yildiz di 8’ê cotmehê de dîsa derkeve pêşberî dadger.
 
Gelek xebat kirin
 
Hevşaredarên Erdîşê yên Wanê ku qeyûm tayînê şûna wan hatibû kirin, projeyên partiya xwe yên jin esas digirtin li Erdîşê pêk anîn. 6 mehan li ser peywirê man û di vê pêvajoyê de mêvanxane, li ber nexweşxanê ji bo kesên radiwestin belavkirina şorbê û gelek faliyetên din, ligel vê xeta têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê ava kirin. Dîsa beşek mezin a banda perava Erdîşê ji jinan re veqetandin û ji bo ku jin berhemên xwe bifroşin qada îstîhdamê afirandin. Yek ji van qadên îstîhdamê jî atolya tekstîlê bû.