Fîgen Yuksekdag nehat tehliyekirin

  • 12:40 29 Îlon 2020
  • Hiqûq
ENQERE - Di danişîna doza Hevseroka Giştî ya Berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku girtî tê darizandin de, bi hinceta “lêpirsîna Kobanê” ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve tê meşandin, biryara berdewama girtina Fîgenê hat dayîn. 
 
Danişîna 20’emîn a doza Hevseroka Giştî ya Berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku girtî tê darizandin, li 16’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat dîtin. Fîgenê, hincet nîşan da û tevlî danişînê nebû. Parêzerên Fîgenê, Kenan Maçoglû û Nûray Ozdogan li danişînê amade bûn. 
  
Parêzer Kenan Maçoglû, diyar kir ku muwekîla wî Fîgenê ji ber lêpirsîneke dubarebûyî girtî tê darizandin û got ku divê bê tehliyekirin. Parêzer Nûray Ozdogan jî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya derbarê Selahattîn Demîrtaş bi bîr xist û got ku wê dawiya darizandinê de dê muwekîla wê Fîgenê beraet bike û biryara berdewamkirina girtinê wê bibe berdewamkirina binpêkirina mafan. 
  
Serokê dadgehê jî diyar kir ku heta lêpirsîna derbarê Fîgenê de bi dawî nebe dê dayîna mutalaayê ne pêkan e. Dozgeriyê jî diyar kir ku ji ber lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye destpêkirin, didome, daxwaz kir ku aqûbeta lêpirsînê bê pirsîn, mînaka biryarê bê şandin û girtina Fîgenê bê berdewamkirin. 
  
Piştî daxwaza dozgeriyê heyeta dadgehê biryara berdewama girtina Fîgenê da û danişînê taloqî 10 kanûnê kir.