Banga xwedîderketina doza êrişa zayendî hat kirin

  • 09:18 29 Îlon 2020
  • Hiqûq
Nişmiye Guler
 
AMED - Doza darizandina ajokarê bi navê Aziz K. ê ku dest dirêjî du zarokan kir hat destpêkirin. Parêzerê zarokan li dijî zextên kuçeyê yên li ser malbatan ji dînamîkên civakî, saziyên jinan banga xwedîderketina dozê kir. 
 
Derket holê ku di meha gulanê de ajokarê wesayetê Aziz K. tecawizî zarokekê kiriye û li dijî zaroka din jî destdirêjiya fizîkî û gotinê kiriye. Bûyer bi ravekirina xizmên zarokan derket holê. Bersûc di 29'ê Gulanê de hatibû binçavkirin û ji aliyê 4'emîn Dadgeriya Cezayê Sulhê hatibû girtin. Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû amadekirin ji ber rapora tipa edlî kêm bû hat îadekirin. Bi daxwaza cezakirinê ya ji ber sûcên "Îstismara zayendî ya li dijî zarok","Îstismara zayendî ya mexdûrên zarok ên 12 salî" îdianameya duyem hat amadekirin. Ji aliyê 12'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve do rûniştina yekem a dozê hat dîtin. 
 
Bersûc ji 4'emîn Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Amedê ya tê de girtîbû anîn û li eywana rûniştinê amade bû, her wiha zarok, malbata zarokan û parêzerên wan jî tevlî rûniştinê bûn. 
 
Aziz K. parastina xwe kir. Lê bi beyanên bi guman sûcdariya li dijî xwe red kir. Her wiha diyar kir ku sûcdariyên li dijî wî buxtan in. 
 
Piştre îfadeya zarokan li Odeya Hevdîtina Edlî bi derûnas hat girtin. Derûnas anî ziman ku tendirustiya rih a zarokan baş e û piştre zarokan destdirêjî û tecawiza li wan hatiye kirin rave kirin. 
 
Dayika zarokan giliyê bersûc kir lê belê bavê zarokan giliyê bersûc nekir. 
 
Meqama îdiayê jî biryara berdewamiya girtina bersûc da. Heyeta dadgehê rûniştin taloqî 7'ê Kanûnê kir. 
 
Piştî biryar hat eşkerekirin şûnde helwesta êrişkar a bavê zarokan û malbata bersûc bal kişand. 
 
Ew ê rapora duyem bê xwestin
 
Parêzerê zarokan Ubeydullah Enes Erdil, encama dozê ji ajansa me re nirxand. Ubeydullah anî ziman ku piştî ku zarokan bûyer ji diya xwe re rave kirine zaroka çar salî di destpêkê de li nexweşxaneyeke taybet hatiye muayenekirin û hatiye diyarkirin ku tecawizî zarokê hatiye kirin û da zanîn ku cara yekem di 30'ê Gulanê de îfadeya zarokan li Navenda Şopandina Zarokan hatiye girtin û bersûc hatiye girtin û hîn jî girtiye. Ubeydullah da zanîn ku bersûc îfadeyên bi guman daye û got delîla herî mezin ev e. Ubeydulla got:"Ew ê zarok li nexweşxaneyê ji ali yê bijîşka nealîgir bê muayenekirin. Em daxwaz bikin ku raporê bide. Em ê daxwaz bikin ku Aziz K. ji bo êrişa zayendî ya li dijî herdu zarokan ceza bigire. Ew ê şahidên me jî hebin û wê li wan jî bê guhdarkirin."
 
Li dijî zextên kuçeyê banga piştevaniyê
 
Ubeydullah da zanîn ku li dijî malbata mexdûr zextên kuçeyê jî hene û li dijî van zextan banga piştevaniyê ya bi malbata mexdûr re kir.