Rûniştina Leyla Aydemîr di 2’yê cotmehê de wê bê dîtin

  • 09:17 29 Îlon 2020
  • Hiqûq
AGIRÎ - Leyla Aydemîr a bi malbata xwe re çûbû gundê Bezîrhane û piştre ji holê winda bûbû, 18 roj şûnde cesedê wê hatibû dîtin. Berdewama rûniştina biryara dozê wê di 2’yê cotmehê de bê dîtin. Şahidê di dosyayê de nehatibûn guhdarkirin, tê payîn ku bên guhdakirin û her wiha wê parêzerên dosyayê jî der barê dosyayê de parastinê bikin.
 
Di 15’ê Hezîrana 2018’an de li gundê Bezîgane ya Agiriyê Leyla Aydemîr ya 4 salî winda bûbû. Piştî xebatên lêgerînê cenazeyê Leylayê 18 roj şûnde 3 kîlometre dûrî gund li nêzî Kurudere hatibû dîtin. Der barê mirina Leylayê de Mehmet Alî Aydemîr hatibû binçavkirin û gumanbar di 18’ê Tîrmehê de ji sûcê ‘ji qestî kes kuştin’ hatibû girtin. Parêzerên Baroya Agiriyê, Komeleya Têkoşîna li dijî Îstîsmara Zarokan a Mamoste Saadest (UCÎM) daxwaz kiribûn ku tevlî dosyayê bibin. Heyeta dadgehê daxwaza tevlîbûna Baroya Agiriyê û Wezareta Polîtîkayên Civakî û Xebatê ya Malbatê qebûl kir û bi hinceta ‘zirar nedîtiye û sifata mexdûrbûnê tune ye’ daxwaza UCÎM’ê red kiribû.
 
Îdianame ji aliyê yekemîn dadgeha cezaya giran ve hat qebûlkirin
 
Salek piştî mirina Leylayê îdianame hat qebûlkirin. Di îdianameyê de, der barê gumanbarê girtî Mehmet Alî Aydemîr û apên Leylayên Musa Aydemîr, Yusuf Aydemîr û gundiyan Besîme Dursun, Hatun Dursun, Ayşe Artam, Yildirim Artam de ji sûcê ‘li dijî zarok an jî kesê nikare xwe biparêze ji qestî kes kuştin ‘cezayê giran yê seranserê jiyanê’ ji sûcê ‘kes ji azadiyê bêpar hiştin’ heta 14 salan ceza hat xwestin. Îdianameya hat amadekirin jî ji aliyê Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Agiriyê ve hat qebûlkirin.
 
‘Piştî kişandina vîdeoyê min danî baxçe’
 
Rûniştina yekemîn di 20’ê îlonê de hat dîtin. Roja beriya rûniştinê bavê Leylayê çû buroya parêzerê dosya ewil û gotibû ‘em gilî nakin, tu neyê dozê’. Malbatên parêzerê tevlî rûniştina yekemîn nebûbûn. Li aliyê din jî apê Leyla, Musa Aydemîr ku roja bûyerê vîdeoya Leylayê kişandibû, di rûniştinê de îfade dabû. Musa di îfadeya dabû de gotibû ji ber ji Leylayê hez dikir vîdeoya wê kişandiye û roja bûyer piştî vîdeoya wê kişandiye Leyla daniye baxçe û çûye çay vexwariye.
 
‘Leyla birçî hatibû hiştin’
 
Şêwirmenda Serokatiya Giştî ya UCÎM’ê, parêzer Ayşegul Dogan di rûniştina biryarê ya di 3’ê Tîrmehê de hat dîtin de, li ber edliyeyê daxuyaniyek da û diyar kiribû ku Leyla ji aliyê xizmên wê ve birçî hatiye hiştin û îşkence lê hatiye kirin. Ayşegulê her wiha daxuyakirin ku Leyla bi rojan di cemedankê de hatiye hiştin û piştre jî avêtine çemekî. Ayşegulê destnîşan kir ku wê bi awayekî qelebalix ji bo rûniştina 2’yê cotmehê li Agiriyê bin.
 
‘Em dipên ku gumanbarên ne girtî ceza bigirin’
 
Parêzerê Dosyayê Erdogan Tunç beriya rûniştinê nêrînê xwe vegot û destnîşan kir ku heyeta dadgehê wê biryar bide ku şahidên nehatine guhdarkirin, bên guhdarkirin an na. Tê payîn ku parêzerên gumanbaran jî parastinê bikin. Erdogan her wiha daxuyakirin ku ew dipên ku hemû gumanbarên ne girtî ceza bigirin.