Doza Rojnameger Dûrket Suren hat taloqkirin

  • 11:14 28 Îlon 2020
  • Hiqûq
AMED - Rûniştina Rojnameger Dûrket Suren a li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin bi hinceta rapor ne amade ye taloqî 25'ê Çileyê 2021'an hat kirin. 
 
Bi îdiaya parvekirinên li ser twittirê, belavkirina hejmarên qedexe yên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê derbarê Rojanemeger Dûrket Suren de bi sûcên "Alîkariya bi zaneyî ya ji bo rêxistinê","Propagandaya rêxistinê" doz hatibû destpêkirin. Îro 4'emîn rûniştina doza li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatibû destpêkirin hat dîtin. Di rûniştina ku Dûrketê beşdar nebû de Resûl Tamur û Yusuf Erdogan amade bûn. 
 
Doz taloqî 25'ê Çileyê hat kirin
 
Meqama îdiayê û parêzerên Dûrketê xwestin kêmasî bên temamkirin. Heyeta dadgehê biryara libendemayina ji bo rapora têkidlarî metaryalên dîjîtal da û rûniştin taloqî 25'ê Çileyê 2021'an kir.