Di doza Ceylan Onkul de 11 sal in bêdadî didome

  • 09:04 26 Îlon 2020
  • Hiqûq
AMED - Di doza Ceylan Onkul ya 12 salî de ku li Licê bi topa hewanê hat qetilkirin tu pêşketin tune û bêdadiya didome jî 11 sal li pey xwe hişt.
 
11 sal berê di 28’ê îlonê de Ceylan Onkol ya 12 salî li navçeya Licê ya Amedê li mezraya Xambaz a gundê Şenlîk dema pez diçêrand bi topa hewanê hat qetilkirin. Dozger yê ji ber ewlehiya can neçû cihê bûyerê, cenaza Ceylanê 6 saetan li erdê ma. Tevî 11 sal derbas bû jî berpirs nehatin darizandin.
 
Cigira Hevserokatiya Giştî ya ÎHD’ê parêzer Rahşan Bataray got doza bi salane didome pêşketin têde tune û got: “Ji ber darizandina bi salane didome em difikirin ku biçin Dadgeha Destura Bingehîn (DDB). Ji ber DDB darizandinek evqas dirêj wek binpêkirin dibîne. Her wiha wê li dadgeha îdarî jî têkoşîna me ya hiqûqî bidome.”
 
‘Daniştay biryar xera kir’
 
Rahşanê got 11 sal qedyaye û ketiye 12 salan û ev tişt anî ziman: “Pêvajoya hiqûqî didome. Lingê li Dadgeha Mafên Mirova a Ewropayê (DMME) û li Tirkiyeyê jî lingê dadgeha îdareyê heye. Dema pêvajo nû des tpê kir, bûyer ji têkoşîna bi terorê re ya hejmar 5233’an di çarçoveya tazmîna zirara hatiye jiyîn de hat nirxandin. Me îtîraz kir û me got ev kusurê xizmetê ye. Dozger û îdareyê got ew qad ji aliyê gundiyan dihat bikaranîn û Ceylan lê dilîst. Di vî alî de lêpirsîn meşiya. Lê Daniştayê biryar xera kir. Em çûn riya temyîzê. Di çileyê 2019’an biryar da. Biryar xera kir û got di xizmetê de kusur heye û şûnde şand.”
 
‘DMME’ê got binpêkirin tune û serlêdan red kir’
 
Rahşanê bi lêv kir ku ji ser biryara vegerê ya Daniştayê salek derbas bûye, li şûna ku dadgeh biryarê bide hîna biryar nedaye û got: “Ji ber dosyaya dozgeriyê jî biryara wê nayê dayîn û berpirs nayê tespîtkirin dosya hat girtin. Di vê çarçoveyê de me serî li DMME’ê da. Di serlêdanê de ji ber tespîteke binpêkirinê nehat kirin jî biryara red hat dayîn. Mixabin li Tirkiyeyê di bûyerên wisa de bêcezabûnek cidî heye. Heta ku ev wisa be jî wê sûc zêde bibin. Emê her tim şopdarê dozê bin. Em difkirin ku biçin Dadgeha Bilind.”