Eren Keskîn: Tecrîda Îmraliyê ji pirsgirêka Kurd ne serbixwe ye

  • 09:09 21 Îlon 2020
  • Hiqûq
STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji pirsgirêka Kurd ne serbixwe ye û got: “Bila Dewleta Komara Tirkyeyê, hiqûqa xwe ya hundir û peymanên ku îmze kiriye pêk bîne.”
 
Tecrîda Giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 21 sale didome. Parêzer Rezan Sarica û Newroz Uylsal bi muvekîlê xwe Abdullah Ocalan re 8 sal şûnde di 2-22’ê Gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin kiribûn. Ji hevdîtina dawî heta niha tevî bi dehan serlêdanên li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê, bersiva red hat girtin.
 
Mehmet Ocalan jî bi birayê xwe Abdullah Ocalan re herî dawî piştî şewata di 2’ê Adarê de derketibû, hevdîtin kiribû. Piştî vê hevdîtinê dîsa deriyên Îmraliyê hatin girtin. Piştî vîrusa koronayê ji bo Abdullah Ocalan û sê girtiyên din ên li wir, hefteyê carê mafê hevdîtina 10 deqe ya telefonê hat dayîn. Lê tevî vê ev maf nehat bikaranîn. Di 27’ê Nîsanê de yekem car ev maf hat bikaranîn. 21 sal şûnde Abdullah Ocalan bi malbata xwe re bi telefonê hevdîtin pêk anî. Piştî vê hevdîtina telefonê jî ji Abdullah Ocalan û girtiyên din yên Îmraliyê agahî nehat girtin.
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, der barê mijarê de axivî.
 
Polîtîka û tecrîda li hember pirsgirêka Kurd
 
Erenê daxuyakirin ku ji roja Abdullah Ocalan birine girtîgeha Îmraliyê dewleta tirk li dij hiqûqa xwe ya hundir tev digere û tevî hemû daxwazan der barê rewşê de muxataban nabînin. Erenê got dewletê di polîtîkayên xwe yên der barê pirsgirêka Kurd de guheriye û bi vê re jî pêkanînên li girtîgeha Îmraliyê jî guherîne. Erenê wiha got: “Ewil jî tecrîdek mezin hebû. Divê tecrîd ji wê rojê heta îro bi hev re bê nîqaşkirin. Ji ber ji roja ewil de tecrîd û pêkanînên cuda hebûn. Lê pêvajoya aştiyê hebû. Wê demê destûr ji bo hevdîtinan hat dayîn. Gelek hevdîtin wê demê hatin kirin.”
 
‘Li dijî hiqûqa hundir û peymanên navneteweyî ye’
 
Erenê destnîşan kir ku beyî ku mirov li navên kesan binêrin divê her kes ji mafê wek hev fêdeyê bigirin û ev tecrîda li Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin tu aliyê wê yê mafdar tune û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mafên girtiyan di qanûnan de diyar in. Hevdîtina bi malbat, parêzeran re, xwe gîhandina belge, agahî û pirtûkan. Lê mixabin der barê Ocalan û girtiyên ligel wî de mekanîzmeyek em nizanin heye. Ev mekanîzma bi şênber û fermî qet dernakeve holê. Hiqûqa hundir ya Tirkiyeyê li dijî peymanên navneteyî ne.
 
‘DMME biryarên der barê berjewendiya dewletan dide’
 
Erenê bi lêv kir ku tevî ku parêzeran gelek caran serlêdan kiriye jî bêyî hincet tên redkirin û wiha berdewam kir: “ Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) jî ji parastina mafê mirovan dûr, der barê berjewendiyên dewletan de biryarê didin. Serokê DMME’ê Robert Spoano di 3’ê îlonê de bi Tirkiyeyê re hevdîtin kir. Tevî li vî welatî evqas pirsgirêk hene, ev pirsgirêk nehatin axaftin. Ev jî nayê fêmkirin. Daxwaza me ev e ku hiqûq û peymanên navneteweyî pêk bên.”