Nivîskara kurd Nesrîn Şanli tehliye bû

  • 17:09 15 Îlon 2020
  • Hiqûq
AMED - Derbarê nivîskara kurd Nesrîn Şanli ku girtî dihat darizandin de biryara tehliyeyê hat dayîn. 
 
Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve di 9’ê cotmeha 2018’an de li hember Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve lêpirsîn hat destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de di 26’ê de bi ser gelek malan de hat girtin û gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Di nav kesên hatin girtin de nivîskara kurd Nesrîn Şanli jî hebû. Serdozgariya Komarê ya Amedê ji sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ îdianame amade kir.” Îro danişîna Nesrînê bû û heyeta dargehê biryara tehliyeya wê da. 
 
Nesrîn bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû û parezêra wê Cemile Turhalli Balsak di danişînê de amade bû. Piştî parastinê heyeta dadgehê biryara tehliyeya Nesrînê da.