‘Li cihê faşîzm hebe serdana nezaketê nabe’

  • 09:07 11 Îlon 2020
  • Hiqûq
ENQERE - Parêzer Nuray Ozdogan biryarên DMME’ê yên demên dawî dane û serdana serokê DMME’ê ya Tirkiyeyê nirxand û got ev pêvajo bi biryarên di sala 2015’an de bi qedexeyên derketina derve des tpê kirin û got: “Li cihê faşîzm hebe serdana nezaketê nabe. Serdana mijara gotinê ye bê biryarên ji vir şûnde jî bi bandor bike.”
 
Li gorî îstatîstîkên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya 2019’an di rojeva DMME’ê de serlêdana 59 hezar û 800 dozên li dijî 47 welatên endamên Konseya Ewropayê di meriyetê de ye an jî li bendê dîtinê ye. Ji van 15 hezar û 50 li dijî Rûsyayê serlêdan hatine kirin. Piştî Rûsyayê jî Tirkiye tê û 9 hezar û 250 dozê serlêdanê hene. Parêzer Nuray Ozdogan serlêdanên DMME’ê nirxand û biryarên tên dayîn, serlêdana serokê DMME’ê ya Tirkiyeyê nirxand.
 
Nurayê bi lêv kir ku serlêdanên demên dawî yên li DMME’ê hatine kirin derbarê azadiya fikr û ramanê de ye û got: “Li mirovên ku tevlî daxuyaniyên çapemeniyê bûne doz hatin vekirin. Li dijî tevgerên muxalefetê gelek doz hatin vekirin. Derbarê parvekirinên çapemeniya civakî de doz hatin vekirin. Li akademîsyenên aştiyê gelek doz hatin vekirin. Ji ber li Tirkiyeyê rêyên hiqûqê têk çûn doz çûn DMME’ê.”
 
Nurayê daxuyakirin ku bi taybet ji aliyê dewlet û hikûmetê ve şîdet û zext li her derê zêde bûye û her kanal li muxalefetê hatiye girtin, pergal her ku dikeve krîzê bipênkirinên li dijî azadiya fikr û ramanê jî zêde dibe. Nurayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tirkiyeyê hem azadiya fikr û ramanê hem jî der barê binpêkirina mafan de rêyên darizandina adîlane xitimîn. Di destê me de tenê Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) heye. Lê DDB, bi windabûna serbixwebûna daraza li Tirkiyeyê re hemû bandora xwe winda kir. Me sekna polîtîka DDB’ê di qedexeyên derketina derve ya 2015’an de bi awayekî zelal dît. Di salên 90’î DMME’ê riyên hiqûqî yê hundir bi bandor nedît. Raste rast serlêdan qebûl dikir.”
 
‘Biryarên DMME’ê pêşiya serlêdanan girt’
 
Nurayê destnîşan kir ku balkişand ser pêvajoya ku rê li ber çi vedike û ji qedexeyên derketina derve mînakên binpêkirina maf da û got: “Di qedexeyan de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da. Bi hezaran birîndar bûn. Lê wê demê biryarên ku DMME’ê dan pêşî li serlêdana bi hezaran kesî girt. Welatiyan baweriya xwe winda kir. Ji ber vê jî serlêdan nekirin. DMME di vir de nikare bêje ku dosyayên me kêm bûne. Berovajî vê em raporên navneteweyî hemûyan pêşkêşî dosyayên xwe dikin.”
 
‘Wê biryaran bi bandor bike’
 
Nurayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li Tirkiyeyê pergalek faşîzan heye û got: “Daraz jî di destê desthilatdariyê de bûye pêlîstok. Serdana serokê DMME’ê ya ji bo Tirkiyeyê ne serdaneke nezaketê ye. Hiqûqnas û hemû rayagiştî bertekên cidî nîşan da. Serdanên nezaketê bêguman li cihên ku standartên hiqûqê heye pêk tên; lê li cihekî wek Tirkiyeyê ku faşîzm bilind bûye, binpêkirina mafan gihiştiye asta herî jor, ev serdan gumanan diafirîne. Li dijî faşîzmê nezaket nikare bê nîşandan. Dema em serdana DMME’ê binirxînin divê em biçin salên 2015’an. Divê em hevdîtinên DDB’ê yên bi dadgerên DMME’ê re kirine bibînin. Divê pêvajoya hîmê vê serdanê bê dîtin. Serdana serokê DMME’ê bi tena serê xwe ‘serdana nezaketê’ derbas dike. Divê êdî hiqûqas der barê serlêdanên ji Tirkiyeyê diçin de bêalîbûn û serbixwebûnê bînin ziman.”
 
Nurayê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser parêzer Ebru Tîmtîk ku jiyana xwe ji dest da û got: “Di dîroka cîhanê de yekem car parêzerek bi daxwaza darizandina adîlane ket greva birçîbûnê. Mirina Ebruyê bêguman ji bo DMME’ê divê bibûna daneyek.”