Li Mêrdînê di 4 mehan de 8 mirinên bi guman

  • 09:07 11 Îlon 2020
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Li Mêrdînê ji meha gulanê heta niha 8 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Platfoma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê derbarê mijarê de raporek amade kir. Aktîvîsta TJA’yê Eylem Amak jî diyar kir ku hewl tê dayîn ku serê van mirinan bê girtin.
 
Li Tirkiyeyê di meha tebaxê de 27 jin hatin qetilkirin û 23 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Yek bajarên ku herî zêde mirinên jinan yên biguman lê hatin jiyîn Mêrdîn bû. Ji meha gulanê de li Mêrdînê 8 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Jina bi navê Melîha Kaya jî ji aliyê mêrekî ve hat qetilkirin. Temenê jinên biguman jiyana xwe ji dest dan jî di navbera 20 û 30’î de diguhere. Der barê mirina van jinan de jî rewşên wekê zexta malbat, bi zor zewicandin û şîdet dertê holê. Di lêpirsînan de tevî îfade û raporên otopsiyê heta niha tu pêşketin çênebûn û der barê mirinan de heta niha kesek jî nehatiye binçavkirin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Eylem Amak, derbarê mirinên guman yên li Mêrdîn û navçeyên wê hatiye jiyîn de nirxandin kir.
 
Eylemê derbarê mirinên biguman yên jinan de wiha got: “Piranî mirin li gundan pêk tê. Piranî jinên ciwan yên nêzî 20 salî ne. Di mirinên hatin jiyîn de em çûn serdana malbatan û malbat îfadeyên wekê ‘pirsgirêk tune bû çima bû?’ hatin bikaranîn. Lê dema bi berfirehî tê lêkolînkirin dertê holê ku jin bi şîdet û zextan re rûbirû mane. Jin ji ber riya çareseriyê nabînin serî li xwekuştinê didin.”
 
‘Ji bo çareseriyê em dixebitin’
 
Eylemê her wiha bi lêv kir ku derbarê mirinên biguman yên jinan de lêpirsînên hatine destpêkirin de pêşketin tune û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piranî sedemên mirinan bi berfirehî nayê lêkolînkirin. Piştî rapora otopsiyê bûyerê ji demboriyê re dihêlin. Îfadeya malbatê bi berfirehî nagirin. Heta niha me nebihistî ku derbarê mirinan de tu kes hatine girtin. Em jinên TJA û jinên Mêrdînê hewl didin sedemên mirinan lêkolîn bikin û çareseriyê pêk bînin.”
 
'Em raporan amade dikin’
 
Platforma Jinan a Şahmaran ya Mêrdînê jî derbarê mirinên biguman û qetilkirina jinan ya li Mêrdînê de raporek amade kir û ev agahî parve kir: “ Em ji 2015’an heta niha derbarê mirin û întîxaran de raporan amade dikin. Em ê demek kurt de vê raporê parve bikin. Bi taybet mirinên demên dawî yên li navçeyan hatiye jiyîn jî wisa tên hiştin. Wekê ku întîxar kirine nîşan didin û serê wan tê girtin. Lê tu kes beyî sedem dawî li jiyana xwe nayne. Zextên malbat û kalibên kevneşopiyê jinan berbi mirinê ve dibe. Em wek platforman li dijî vê ketine pêvajoyeke nû û piştî em rapora xwe aşkera bikin em ê daketin qadan.”
 
Jinên ku di mehên dawiyê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
 
"*Zehra Yalçin (55): Di 31’ê gulanê de li gundê Giremira Nisêbînê bi guman jiyana xwe ji dest da. Li gorî lêkolînên berfireh, Zehra di temenê biçûk de hatiye zewicandin û bi salan bi şîdetê re rûbirû maye.
 
* Sebahat Oral: Di 1’ê hezîranê de li Qoserê jiyana xwe ji dest da.
 
* Şenaz Urun (19) Di 6’ê hezîranê de li Mîdyadê biguman jiyana xwe ji dest da.
 
* Sare Gok (21): Di 21’ê hezîranê de li gundê Xanika a Mîdyadê dema pez diçêrand bi guman jiyana xwe ji dest da. Di rapora otopisyê de derket holê ku gelek şopên derbê li bedena wê heye.
 
* Salîha Adsoy (44): Di 27’ê hezîranê de li gundê Xirbêkeblo a Artukluyê di bîra avê de cesedê wê hat dîtin.
 
* Berfîn Alça: Di 28’ê tîrmehê de li Qoserê biguman jiyana xwe ji dest da.
 
* Fadîle Aslan: di 15’ê tebaxê de li Qoserê biguman jiyana xwe ji det da. Hat hînbûn ku zewaca bi xizm re li Fadîleyê hatiye ferzkirin.
 
* Kanîte Eraslan (20): Di 26’ê tebaxê de li Mîdyadê bi guman jiyana xwe ji dest da."