Ji bo nivîskara kurd Nesrîn Şanli 10 sal cezayê girtîgehê hat xwestin

  • 09:05 10 Îlon 2020
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Derbarê nivîskara kurd Nesrîn Şanli ku girtî tê darizandin de, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve îdianameya 55 rupelî hat amadekirin û ji sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ ji 5 salan heta 10 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.
 
Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve di 9’ê cotmeha 2018’an de li hember Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve lêpirsîn hat destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de di 26’ê de bi ser gelek malan de hat girtin û gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Di nav kesên hatin girtin de nivîskara kurd Nesrîn Şanli jî hebû. Serdozgariya Komarê ya Amedê ji sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ îdianame amade kir.”
 
Îdianameya ji 55 rupelî pêk dihat di beşeke mezin de dîroka PKK’ê û pêvajoya damezrandina KCD û faliyetên wê cih girt. Di beşa dawî ya îdianameyê de cih dan îdiayên der barê Nesrînê de. Şahidê veşarî yê bi navê ‘Ezel’ ku berê di gelek dozan de wek şahidê veşarî cih girtibû, di tu dozê de li hember dadgehê îfade nedabû û lê îdianameyê de dîsa îdiayên Ezel hatin nîşandan. Her wiha hevdîtinên telefonê yên Nesrînê jî wek delîl hatin pêşkêşkirin.
 
Çûyîna KCD’ê sûc hat hesibandin
 
Ligel vê di îdianameyê de belgeyên ji KCD’ê di dema serdegirtinan de hatibûn girtin jî li ber çavan girtine û cihgirtina Komîsyona Perwerdê ya, Delegebûna KCD’ê ya Nesrînê jî sûc hat dîtin, çûya KCD’ê sûc hat hesibandin. Endamtiya Nesrînê ya Komeleya Pêşxistin û Lêkolîna Zimanê Kurdî, ya bi KHK’ê hatiye girtin jî di nav sûcdariyan de cih girt.
 
Hemû sûcdariyên di îdianameyê de li ber çavan hatin girtin û hat gotin ku Nesrîn endama rêxistinê ye û der barê wê de heta 10 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.
 
Îdianame ji aliyê 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û runiştina yekem wê di 30’ê îlonê de bê dîtin.