Li Mêrê Emîne qetil kir cezayê muebetê hat birîn

  • 13:56 9 Îlon 2020
  • Hiqûq
MERSÎN - Habîb Demîr êku  Emîne Demîr (39)  a pêre hatibû zewicandin kuşt, cezayê muebbetê hat birîn. 
 
Di 18’ê kanûna 2019’an de Habîb Demîr (43) li taxa Mesûdiye ya navçeya Akdenîzê ya Mersînê jina berê pê re hatibû zewicandin Emîne Demîr (39) a dayika 6 zarokan kuşt. Daneşîna doza Habîb Demîr li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mersînê hat dîtin. Heyeta dadgehê, bi sûcdariya “hevjîna xwe mexsûs kuştiye” cezayê muebbeta giran li Habîp Demîr birî û cezayê wî danexist.