Gultan û Sebahat: Em parastinê nakin

  • 15:15 4 Îlon 2020
  • Hiqûq
MELETÎ -  7’emîn danişîna doza darizandina Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak îro hat dîtin. Sebahat da zanîn ku pirsgirêka Gelê Kurd li dadgehan nayê çareser kirin û heta ku pirsgirêk çareser nebe, pêvajoya şer wê li vî welatî dewam bike. Gultan jî got: “Ez ji dozekê siyasî têm darizandin. Berpirsiyariyên min ên dîrokî hene. Ez dixwazim li gorî cîdiyetê parastinê bikim.”
 
18’emîn Daîreya Dadgeha Edliya Herêmê ya Dîlokê hikmê derbarê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya berê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin Amedê (DBP) ya berê Gultan Kişanak de hatibû dayîn, betal kiribû. 7’emîn danişîna ji nû ve dariznadina her du siyasetmedarên jinên kurd îro li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat dîtin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu û malbat beşdarî danişînê bûn. Dadgehê ji ber vîrûsa koronayê destûr neda ku HDP’î û gelek kesên din danişînê bi şopînin.
 
Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel, ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandirayê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Siyasetmedarên jin, ji ber kêmasiyên di dosyayê de, şert û mercên parastinê bikin nexwestina parastinê bikin. 2 jinan jî derbarê girtina xwe de tenê axaftinek kurt kirin. 
 
‘Gelo ez ê çawa parastina xwe bikim?’
 
Gultan, diyar kir ku ji meha adarê ve destûr nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û wiha axivî: “Ev 4 sal in girtî me û di nava van 4 salan de min rewşek awarte ne jiya. Di ser vê de pêvajoya pandemiyê hat. Niha dema ez diaxivim jî ez dibin rîskê de me. Gelo ez çawan dibin van şert û mercan de parastinê bikim. Ji ber xebatên siyasî yên min bi rêve birin ez niha di girtîgehê de m. Gelo çima ez li vê derê me? Wisan xuya dike ku hûn dibin zextan dene. Ez ji dozekê siyasî têm darizandin. Berpirsiyartiyên min ên dîrokî hene. Ez dixwazim li gorî cîdiyeta vê di nava şert û mercên baş de parastinê bikim. Lê ev şert û merc ji bo me nayin ava kirin. Ev 3 meh in tenê min karî ez 2 pirtûkan ji derve bigirim. Ez nikarim parêzerên xwe bibinim. Gelo ez ê çawan wisan parastinê bikim?” 
 
‘Dixwezim li pêşberî raya giştî parastina xwe bikim’ 
 
Dûre Sebahat Tuncel, axivî û got: “Ji ber ne çareserkirina pirsgirêka kurd em di girtîgehan de ne. Pirsgirêka kurd di salonên dadgehan de ne pêkane ku bê çareserkirin. Heya ku pirsgirêka kurd çareser nebe, pêvajoya şer wê li vî welatî dewam bike. Girtiyan KJA’yê, zextên li ser TJA û Komeleya Jinan a Rosa, darizandinên hevserokên HDP û mûxalefetê nayin qebûl kirin. Em mirovên xwedî peywirin. Em dixwazin li pêşberî raya giştî parastinên xwe bikin. Derbarê dosyayên me de zêde agahiyeke me tuneye. Em nikarin mafê xwe parastinê bi kar bînin. Parêzerên me nikarin bên gel me. Ev nayin qebûl kirin.”
 
Piştî axaftina Gultan û Sebahatê parêzer dest bi parastinê kirin. Şandeya dadgehê danişîn taloqî 18’ê mijdarê kir.