Yadişen Karabulak dîsa nehat tehliyekirin

  • 12:46 13 Tebax 2020
  • Hiqûq
WAN - Rûniştina doza darizandina Hevseroka HDP'ê ya Wanê Yadişen Karabulak a tehliyekirin û piştî wê rojekê dîsa hat girtin, hat taloqkirin.  
 
Hevseroka serdema berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ya Wanê Yadişen Karabulak di 10'ê Îlona 2019'an de hatibû binçavkirin û bi îdiaya "endama rêxistinê" di 12'ê Sibata 2019'an de hatibû girtin û piştre hatibû tehliyekirin. Yadişanê piştî rojekê ya tehliyekirina xwe dîsa hatibû girtin. 12'emîn rûniştina darizandina doza Yadişanê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Yadişanê ji ber Vîrusa Koronayê ji Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Tîpa T'yê ya Wanê bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bû. Parêzerên Yadişanê li eywana rûniştinê amade bûn. Malbata Yadişanê ya ku ji ber pandemiyê negirtin eywanê li koridora edliyeyê li hêviya encama rûniştinê man. 
 
Yadişanê dosyayên cuda yên ku di rûniştinê berê de ji bo wê hatibû amadekirin qebûl nekir û daxwaza tehliyeyê kir. 
 
Heyeta dadgehê rûniştin taloqî dîrokeke pêş kir.