Hevserokên girtî bi mehane li bendê îdianameyê ne

  • 09:07 10 Tebax 2020
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Hevseroka DBP’ê yên Mêrdînê Hasîbe Mengîrkaon û hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu ku girtîne bi mehane îdianameya wan nehatiye amadekirin. Hasîbe Mengîrkaon ya 56 salî ku 9 meh in girtiye pisgirêkên tenduristiyê yên giran dijî.
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Mêrdînê Hasîbe Mengîrkoan (56) û hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdîne Perîhan Agaoglu li Mêrdînê di demên cuda de bi hinceta îfadeya şahidên veşarî hatin girtin û tevî evqas dem derbas bû îdianameya wan hîna nehatiye amadekirin. Hasîbe ku nexweşa kronîke û heta niha 3 caran rakirine nexweşxaneyê rewşa wê cidiye û her wiha Perîha Agaoglu jî ji Mêrdînê sirgunê Girtîgeha Tîpa T ya Rihayê hat kirin.
 
9 mehe li bendê îdianameyê ye
 
Hadîbe ku di 24’ê kanûna 2019’an de ji bo îfadê bide çû emniyetê hat binçavkirin û bi îdiaya endamtiya rêxistinê hat girtin. Xebatên KCD’ê û îfadeyên şahidên veşarî hincet hat nîşan dan û hat giritn. Hasîbe nexweşa astim, şekir û tansiyonê ye. Heta niha sê caran li girtîgehê ji serxwe çû û rakirin nexweşxanê. Di pêvajoya pandemiyê de jî dermanên xwe nikaribû bigire û li gorî parêzerê wê hîna îdianame di asta lêkolînê de ye.
 
Hevjînê Hasîbeyê, Alî Mengîrkaon da zanîn rewşa hevjîna wî her diçe xera dibe û got: “Divê demildest darizandin bê kirin û got: “Di pêvajoya vîrûsê de nikaribû biçe nexweşxaneyê jî. 9 mehe girtiye hîna îdianame nehatiye amadekirin. Gelo jina 56 salî karê wê li girtîgehê heye?”
 
Perîhan Agaoglu jî di 20’ê sibata 2020’an de hat binçavkirin û ew jî bi îfadeyên şahidê veşarî bi hinceta endamtiya rêxistinê di 6’ê adarê de hat girtin. 5 mehe îdianameya wê jî nehatiye amadekirin û surgunê girtîgeha Tîpa T ya Rihayê hat kirin. Parêzerê wê Erdal Kuzu da zanîn ku îdianame bi hinceta kêmasiyên di dosyayê de nayê amadekirin.