Têkoşîna dayik û zarokê ya li hember îstîsmara sîstematîk

  • 09:08 29 Tîrmeh 2020
  • Hiqûq
Safiye Alagaş
 
AMED - Li Erganî ya Amedê zaroka ji aliyê bavê xwe M. ve rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk hat, tiştên hatibû serê wê ji dayika xwe re got û piştre gilî kirin. Dayikê gumanbar ji malê avêt û di heman demê de doza destberdanê vekir.
 
Li Erganî ya Amedê mêrê bi navê M. nêzî 6 salan zaroka xwe ya nexweşa şekir ya 16 salî îstîsmar kir. Piştî ku zarokê tiştên jiya ji dayika xwe re vegot îstîsmar derket holê. Dayik û zarokê di 22’ê Mijdara 2019’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Erganiyê dan.
 
Piştî gilîkirinê Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) îfadeya zarokê girt. Zarokê got nêzî 6 salane bavê wê M. wê îstîsmar dike û dema îtîraz kiriye jî M. ew tehdîd kiriye.
 
Zarokê got di 3’ê Mijdara 2019’an de dayika wê û M. nîqaş kirine û ew ketiye navberê, M. şîdet li wê jî kiriye û li ser vê her tişt ji dayik û birayê xwe re gotiye. Zarokê peyamên ku M. ji wê re avêtibû nîşanê dayik û birayê xwe da û got 6-7 sale rastî îstîsmara wî tê.
 
Dayika zarokê jî destnîşan kir ku 21 sale zewicandiye û roja nîqaş kirine, bi îstîsmarê hesiyane û zarokê peyamên zayendî veşartiye û der barê M. de gilî kirine.
 
‘Ji sûcê îstîsmarê hat girtin’
 
M. yê hat binçavkirin ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulh a Erganiyê ve îfadeya wî hat girtin û gumanbar îdia kir ku îftereyê diavêjin. 
 
Dadgeriya ku dosya lêkolîn kir got der barê sûc de delîlên şênber hene û biryara girtina wî dan.
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî der barê M. de ji 8 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê îdianame amade kir. Di îdianameyê de îfadeyên dayik û zarokê cih girt. Her wiha nameyên ji zarokê re şandibû jî di îdianameyê de cih girt.
 
Îdianame ji aliyê 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran ve hat qebûlkirin û rûniştina yekemîn jî di 4’ê Gulanê de hat dîtin. Ji ber vîrusê gumanbar neanîn rûniştinê û rûniştin taloqî 3’ê îlonê hat kirin.
 
Li aliyê din dayika zarokê doza destberdanê li M. vekir û hat diyarkirin ku doz jî didome.