Ji doza Nisêbînê heta niha 9 jê jin 49 kesî ceza girt

  • 09:09 28 Tîrmeh 2020
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Li Nisêbînê di pevçûnên navbera salên 2015-2016’an hatin jiyîn de 17 jê zarok 70 kes hatin binçavkirin û darizandina wan didome. Di doza Nisêbînê de heta niha 9 çar heb jê muebeta giran rastî 147 sal ceza hatin.
 
Li Nisêbîna Mêrdînê di nabera 2015-2016’an de qedexeya derketina derve pêk hat û di 26’ê Gulana 2016’an de 17 jê zarok 70 ksên ji dozê tên darizandin runiştina wan didome. Di pêvajoya dozê de 49 kesî jî ceza girt.
 
Ji 19 sûcan îdianame hat amdekirin
 
70 kesên li taxên Dîcle, Firat, Yenîşehîr û Abdulkadîrpaşa hatin binçavkirin du rojan di bin çavan de hatibûn girtin û piştre şandibûn girtîgehê. Du rojan rastî îşkeceyan hatibûn û der barê girtiyan de ji 19 sûcan îdianame hat amadekiri. Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê, îdianame du sal şûnde di Çileyê 2018’an de amade kir. Piştî qebûlkirina îdianameyê doz bi komî li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Lê doz di 26’ê Sibata 2019’an de tefrîk kir û cuda cuda hat dîtin. Ev du sal û nîve doz didoeme û ji bo 49 girtiyan jî ceza hat birîn.
 
Li 9 jinan cezayê giran
 
Ji îlona 2019’an şûnde ji bo girtiyan ceza hat dayîn. Ji bo 9 jinan cezayên giran hatin dayîn û yek ji jinên ku ceza lê hat birîn Yasemîn Erkol a zarokê wê ya 7 salî heye û Nurşen Demîr ya ku 5 zarokên wê hene ye.
 
Jinên ceza girtine û cezayê li wan hatine birîn: Yasemîn Erkol 10 sal, Nubahar Ozdemîr muebeta giran, Melîs Teksan muebeta giran, Dîlber Tanrikulu muebeta giran û 26 sal, Dîlan Aslan 35 û 10 meh,Zehra Kaya muebeta giran û 18 sal, Fatma Aslan 21 sal û 7 meh, Nurcan Aslan 25 sal û 8 meh, Nurşen Demîr 10 sal.
 
Dosya Medya Çinar hat girtin
 
Hîcran Berna Ayverdî ya di dosyayê de jî wek îtîrafkar cih girt û ji bo girtina hevşaredarê bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli û hevşaredara Kayapinarê Kezîban Yilmaz jî îfade da jî ji sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ 8 sal ceza girtibû û ceza daxistin 3 sal û 4 mehan. Doza Medya Çinar a di heman dosyayê de dihat darizandin û li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî jî hat girtin.
 
Muzzeyen Aslan da zanîn ku keça wê Nurcan Aslan 25 sal û 8 meh ceza girtiye û got: “Bi awayekî dijhiqûqî ceza lê hat birîn. Keça min dema hat girtin 15 salî bû. Îşkence dît. Niha ji temenê wê mezintir ceza lê birîne. Em van cezayan qebûl nakin. Bila ji nû ve bên darizandin. Ev nayê qebûlkirin.”