Di doza tecawizê ku 7 sal e dewam dike çima tawanbar nayê dîtin?

  • 09:07 25 Tîrmeh 2020
  • Hiqûq
Safiye Alagaş
 
ÇEWLIK - Tawanbarê ku berî bi 7 salan tecawizî jina astengdara zîhnî kir çima nayê girtin. Ji parêzerên dozê Nuran Aydin diyar kir ku ji ber dozê dirêj berdewam kir dibe ku bikeve ber demboriyê.
 
Li navçeya Çewlik ya Dara Hênê li gundê Yayla  jina astengdara zîhnî ya 19 salî B.Ç. di sala 2013'an de nexweş ketibû û dema ku rakiribûn nexweşxaneyê hatibû diyarkirin ku 5 mehî ducanî ye. Piştî ku bûyer aşkera bû B.Ç. ya, ku dewletê ew girt bin parastinê pitikeke keç anîbû dinê û ji pitikê testa DNA'yê hatibû girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de B.Ç. ya ku di bin çavdêriya derûnînas de îfadeya wê hat girtin derbarê kesê tecwizî wê kiribû de agahî nedabû . Derbarê dosyayê de di çarçoveya lêpirsînê de biryara nepenîbûnê hat dayîn  û dozgerê ku lêpirsîn dabû destpêkirin di 22 rojan de lêpirsîn qedand, bi îdaya ku B.Ç li tawanbar gilî nekiriye û rizaya wê heye di fezlekeya ku amade kir de derbarê "Tawanbarê ne diyar" de biryara ku pêdivî bi berdewamiya dozê tuneye da û dosya girt. 
 
'Lêpirsîn ji nû de hat vekirin'
 
Piştî ku dozgeriya biryara girtinê derbarê dosyayê de da, birayê B.Ç. M.Ç. li dadgeheke bilindtir, Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê îtîraz kir. Piştî ku dadgehê îtîraza M.Ç. qebûl kir derbarê bûyerê de lêpirsîna duyemîn hat destpêkirin û ji nû de ji aliyê Serodozgeriya Dara Hênê ve îfadeya B.Ç. li gel derûnînas hat girtin. Di îfadeyê de wêneyê 3 kesî nîşanî B.Ç. hat kirin û B.Ç. kesê bi navê Î.O teşhîs kir. Piştî teşhîskirin derbarê Î.O. de biryara  girtinê hat dayîn. Lê hat îdakirin ku ji ber Î.O. ji bûyerê hatiye agahdarkirin beriya bê girtin gund terikandiye. 
 
Di darizandina ku li Dadgeha Cezayê Giran a Çewlikê tê meşandin de derbarê Î.O. heta 19 salan  cezayê girtîgehê tê xwestin. B.Ç. îda kiribû ku Î.O. li derî daye lê wê derî venekiriye, di pacê re ketiye hundir û destmal daye ber pozê wê û ji ser hişê xwe çûye..
 
Gundî zextê li malbatê dikin
 
Ji ber bûyera ku qewimî malbat gelek caran ji rojnamegeran re axivî bû û gotibû ku gundî zextê li wan dikin û bi wan re na axivîn.  Dayik R.Ç. jî di reportajeke ku da de diyar kiribû ku bila tawanbar cezayê pêwist bigirin.
 
Xwest ku ji tevahiya gundiyan test bê girtin
 
Birayê B.Ç. ku di daneşîna yekemîn a dozê de îfade deda M.Ç. diyar kiribû ku  ew bawer nake tawanbarê bûyerê Î.O. ye, dibe ku gelek kesên gûmanbar hebin û gotibû ji ber ku Î.O. ne li gunde dixwazin bikin sutiyê wî û xwestibû ku ji tevahiya gund testa DNA bê girtin. Dadgehê diyar kiribû ku piştî testê ji Î.O. bigirin wê  daxwaza M.Ç. binirxînin. Lê dadgehê dîsa tevlibûna Baroya Amedê , ya Vavenda Jinan a Baroya Çewlikê û ÎHD'a Çewlikê qebûl nekiribû.
 
B.Ç. ya ku di sala 2014'an  de tevli daneşîna duyemîn bû diyar kiribû ku Î.O. li derî xistiye wê derî vekiriye û bi kulma lê daye ji dest xwe çûye û îdadeya bi navkok dabû. B.Ç. gotibû ku ew gilî nake û xwestibû ku tevli doza cemaweriyê nebe.
 
'Em îfadeya wê qebûl nakin'
 
Parêzerê B.Ç. jî diyar kiribû ku îfadeyên B.Ç. bi nakokin, ew qebûl nakirin û xwestibû ku tawanbar kî ye bila bê aşkerakirin bila ji gundiyan mînakên xwînê bên girtin.
 
Daneşîna dozê ya 22'emîn wê bê dîtin'
 
Ji ber ku Î.O. nayê dîtin tet nayê kirin .Dadgeh jî dibêje piştî testa Î.O. wê ji gundiyan testê bigirin û ji ber vê heta niha ji gund testa tu kesî nehatiye kirin. Di doza ku 7 sal e berdewam dike tawanbar nayê dîtin. Daneşîna 22'emîn wê di 22'yê îlonê de bê dîtin. 
 
'Dosya di nav herê na de ye'
 
Parêzer Nuran Aydin a ku endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Çewlikê ye ku dozê di şopîne diyar kir ku hîna tawanber nehatiye girtin. Ji daneşîna yekem de M.Ç. dibêje ku ji ber Î.O. tevli rêxistinê bûye bi zanebûn vî navî bi xuşka wî B.Ç. didin gotin.  Dosya di nav herê na de berdewam dike. 
 
'Gûmana bikev demboriyê heye'
 
Parêzer Nuran wiha got: "Di darizandineke ku hiqûq nerm dikare tevbigere de ji bo dosyayekê çima ewqas hiş tevidigerin em fam nakin.  Li holê zarokeke heye û gundek heye .Testa DNA'yê wê zerarê nede tu kesî lê dîsa jî daxwaza me hat redkirin. Gumana ku doz bikeve ber demboriyê heye. Lê em ê dîsa ji bo ku di dozê de pêşketin çêbibe daxwaza xwe dubare bikin."