‘Dixwazin baroyên ne ligel jinan biafirînin’

  • 09:07 22 Tîrmeh 2020
  • Hiqûq
ENQERE - Parêzer Îlke Işik diyar kir ku baro cihên ku herî zêde jin û zarok serî lê didinê ne û got bi Pirbaroyan re dixwazin baroyên ne ligel jinan biafirînin û wê baroyên nêzî desthilatdariyê ‘makul’ bên îlankirin û wê biryaran diyar bikin.
 
Qanûna der barê guherîna der barê hinek qanûn û qanûna parêzeran a 28 xalî ya wek ‘Pirbaro’ di rayagiştî de tê zanîn û pergala hilbijartin û bingeha baroyan diguherîne, di rojên borî de di rojnameya Fermî de hat wşandin û ket meriyetê.
 
Li gorî qanûnê li bajarên ku hejmara parêzeran ji 5 hezarî zêdetir, bi 2 hezar parêzerî dikare baroyek nû bê avakirin. Li gorî van şertan dema hejmara parêzeran li gorî bajaran li ber çavan bê girtin, tenê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê dikare bê avakirin. Hiqûqnasan li dijî vê bi rojan li Enqereyê çalakî pêk anîn. CHP’ê ji bo betalkirinê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.
 
Parêzer Îlke Işik, der barê mijarê de nirxandin kir. Îlkeyê daxuyakirin ku qanûna pirbaroyê bi lez û bez anîne û hema hema hemû baroyên Tirkiyeyê îtîraz kirine û got: “Em bawer in ku hemû parêzerên têkiliya wan bi desthilatdariya siyasî re tune ye îtîraz kirine. Baro ne rêxistinên pîşeyî ya jî komele ne. Baro yek ji mekanîzmaya darazê ya welat e. Merciya îdiayê heye, daraz heye û parastin heye. Niha mudaxaleyê saziyeke derbarê parastinê dikin.”
 
‘Herî zêde jin û zarok serî lê didin’
 
Îlkeyê di berdewamiyê ev tişt vegot: “Yên herî zêde serî li baroyan didin jin û zarok in. Li hember jin û zarokan pir zêde sûc tên kirin. Di van mijaran de serlêdan zêde tên kirin. Jin ji bo alîkariya hiqûqî serlêdanê dikin. Ji ber vê jî di demên dawî de gelek baroyan mekanîzmayên alîkariya hiqûqî pir pêş xist. Li gelek baroyan Navendên Mafê Jinan hene.”
 
‘Dixwazin baroyên ne ligel jinan bên afirandin’
 
Îlkeyê balkişand ser pirbaroyan û ev tişt daxuyand: “Ya yekem, baro û parêzer wê di navbera xwe de nîqaşa meşrûriyetê bike.Yên wek desthilatdariya siyasî difikirin wê baroyek cuda ava bikin. Em amadekariyên wan dibînin. Em di rewşa normal de ji bo jinan alîkariya hiqûqî dikin. Di dozên wek yên Şule Çet û Ceren Damar de baroyan rolên girîng lîstin. Di doza Ceren Damar de parêzerên baroya Enqereyê der barê parêzerê gumanbar de ji ber sedema ku zirarê dide jinan lêpirsîn dan destpêkirin. Fonksiyonên wan ên wisa hene. Dema baro tevlî dozan dibû jinan hêz digirt. Niha tiştek wisa dikin; Ger ew baro bên avakirin jinên biçin cem wan wê wek desthilatdariya siyasî ji wan re bêjin ‘hevjînê te ye, wê hez jî bike wê lêbixe jî. Peyamana Stenbolê jî tiştekî bi xof e’. Wê ji zarokan re jî bêjin ‘Tu rastî tecawizê hatibî biçe bizewice’. Di encama polîtîka dijminê jinê yên AKP’ê de şîdet zêde bû. Ji ber vê jî naxwazin li dijî vê mekanîzmayên qanûnî bên bikaranîn. Ji Qanûna 6284'an nere het in. Hewl didin Peymana Stenbolê di meha Tebaxê de vekişînin.”
 
‘Wê bandor li ser biryaran bikin’
 
Îlkeyê destnîşan kir ku piştî demekê wê baroyên nêzî destilatdariyê wek ‘baroyên makul’ bên îlankirin û got: “Wê parêzer jî wisa bên îlankirin. Hewl didin nîqaşa ‘kîjan baro’ biafirînin. Niha hemû baro ji vekişandina Peymana Stenbolê re dibêjin ‘na’. Gelo sibehê baroyên ku dibêjin ‘bila Peymana Stenbolê rabe, ya malbatê hildiweşîne şeytan e’ wê makul be? Ev ji bo parêzeran tiştekî bi xof e. Dixwazin yekîtiya pîşeyî xera tune bikin. Ev wê bandorek mezin li ser biryaran bike.”
 
‘Komîsyonên pêşîgirtina destberdanê’
 
Îlkeyê bi lêv kir ku her kuştina jinan û doza îstîsmara zarokan polîtîk e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber pêkanînên desthilatdariyê dibin sedema vê. Divê em di hemû dozan de bêjin ‘bila Peymana Stenbolê pêk bê’. Em neçar in bêjin ‘bila dewlet tedbîrê bigire’. Em neçar in bêjin ku ‘destberdan ne sûc e’. Lê niha em dinêrin ku komîsyonên pêşîgirtina destberdanê ava dikin. Peymana Stenbolê vekişe wê navbeynkariyê bînin. Herî zêde jî vê dixwazin.
 
‘Baroyên tên avakirin wê ne rewa bin’
 
Îlkeyê di dawiyê de ev tişt anî ziman: “Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê ji bo jin û zarokan mekanîzmayên hiqûqî pêk bînin. Pêvajoya DBB’ê heye û me tiştek qebûl nekiriye. Ger pêk bê jî em dîsa jî teslîm nabin. Baroyên bên avakirin jî wê tu car ne rewa bin. Wê tu car neyên qebûlkirin. Êdî bûne dijminê zarokan. Bêcezabûneke bi xof heye. Di vê tabloyê de wê hîn tiştên bi xof pêk bên.”