Li Fîgen Yuksekdag dozeke din hat vekirin

  • 13:25 20 Tîrmeh 2020
  • Hiqûq
ENQERE - Derbarê Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag de, lêpirsînek nû hat vekirin. Daxuyaniya Fîgenê  ya li ber Şaredariya  Bajarê Mezin a Amedê û Twîtterê parvekiribûn weke sûc hatin dîtin.
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, derbarê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag de, lêpirsînek nû da dest pê kirin. Twîtterên Yuksekdag ên di sala 2014’an de parvekirin û daxuyaniya piştî girtina Gultan Kişanak û Firat Anli li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kiribû sûc hatin dîtin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriyê bi rêve bir de, di 3’yê Tîrmehê de bi SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Kandirayê îfadeya Fîgenê hat girtin.
 
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) hat diyarkirin ku di lêpirsînê de hemû parvekirinên Twîtterê yên Fîgen Yuksekdag ên sala 2014’an sûc hatine dîtin. 
 
Dozên hatine vekirin
 
Piştî ku mafê destnedayîna Fîgen Yuksekdag hat rakirin di 4’ê Mijdara 2016’an de hat girtin û niha li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandirayê tê girtin. Fîgenê ji doza xwe ya sereke ya li 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê dewm dike, bi îdîayên “Rêxistin avakirin û bi rêve birin”, “Endamtiya rêxistinê”, “Propagandeya rêxistinê kirin”, “Ji bo sûc kirinê, tehrîk kirin”, “Bi awayekê zelal gel sewqî kîn û dijminantiyê”, “Bi awayekê bêçek beşdarî civîn û meşên li dijî qanûnê bûyîn” û hwd, tê darizandin.
 
Derbarê  Fîgenê de de, di nava 4 salan de, ji 40’î zêdetir fezleke hatin amadekirin. Yek jê li Farqînê, 3 jê li Enqerê bi giştî 4 dozên derbarê Fîgenê de hîna jî dewam dikin. Di 11 dosyeyên Fîgen Yuksekdag de biryar hat dayîn. Fîgen di 20’ê Îlona 2019’an de, di çarçoveya dosyeya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqerê bi rêve bir de, li aliyê 1’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Anqerê ve cara duyemîn hat girtin. Biryara veşartî ya derbarê dosyeya dozê de ev 10 mehin dewam dike.