Bi îdiaya heqereta li serokomar ji Sebahatê re ceza xwestin

  • 09:17 19 Tîrmeh 2020
  • Hiqûq
AMED - Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve der barê hevseroka Giştî ya berê ya DBP’ê Sebahat Tuncel de bi îdiaya ‘heqeret li serokomar kiriye’ îdianame hat amadekirin û ji salekê heta 4 salan cezayê girtîgehê jê re hat xwestin.
 
Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve der barê hevseroka Giştî ya berê ya DBP’ê Sebahat Tuncel de bi îdiaya ‘heqeret li serokomar kiriye’ îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de hat gotin ku di 2016’an de li ber avahiya DBP’ê ya Baglarê der barê binçavkirina hevşaredarên bajarê mezin Gultan Kişanak û Firat Anli de daxuyaniya protestoyî hatiye dayîn û li wir hevseroka gitşî ya DBP’ê Sebahat Tuncel daxuyaniyeke bi naveroka ‘Tayyîp Erdogan dijminê jinê ye. AKP û Tayyîp Erdogan dijminê Kurdan e…’ daye. Ev naveroka daxuyaniyê sûcê ‘li hember serokomar heqerete’ ava dike.’
 
Di îdianameyê de hat diyar kirin ku Sebahat Tuncel di 2’ê Mijdara 2018’an de bi SEGBÎS’ê ligel parêzerê xwe li Buroya Lêpirsîna Sûcên Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê îfade daye û di îfadeyê de diyar kirin ku metna bûye mijara sûc bila bi giştî bê dest girtin.Sebahatê diyar kir ku ew we hevseroka giştî ya DBP’ê û wek lîderek partiya siyasî axiviye û di axaftina xwe de  pêkanînên şaş ên desthilatdariyê rexne kiriye.
 
Di îdianameyê de parêzerê Sebahat Tuncel, Şivan Cemîl Ozer jî daxuyakirin ku ew îştîraqê îfadeyên muvekîla xwe dike û got divê ev di çarçoveya azadiya fikr û ramanê bê nirxandin.
 
Dozgeriyê di îdianameya amade kir de der barê Sebahatê de ji sûcê ‘heqeret li serokomar hatiye kirin’ ji salekê heta 4 salan cezayê girtîgehê daxwaz kir.