Bêyî agahiyê bidin parêzeran doz hat dîtin

  • 09:07 15 Tîrmeh 2020
  • Hiqûq
Safiye Alagaş
 
AMED - Hat diyarkirin ku 1'emîn runiştina doza Komeleya Jinan a Rosayê bi lez û bez beriya mesaiyê bi 5 deqeyan  li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatiye dîtin. 
 
Di 22’ê Gulanê de li Amedê li hember Komeleya Jinan a Rosayê operasyon pêk hat û 13 jin hatibûn girtin. Serdozgerê Komarê yê Amedê, der barê seroka komeleyê Adalet Kaya û endama komeleyê Remziye Sizici de ji sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ îdianame amade kir û pêşkêşî 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê kir. Dadgehê îdianame qebûl kir û yekemîn runiştin di 11’ê Hezîranê de hat dîtin.
 
Dadgehê di runiştina tensîpê de daxwaz kir ku mînakên îdianmeyê ji Adalet û Remziyeyê re bên şandin û runiştin taloqî 9’ê Tîrmehê hat kirin.
 
Daxwaz hat redkirin
 
Adalet û Remziye her wiha li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran jî bi îdiaya ‘li ser navê rêxistinê sûc kirin’ tên darizandin. 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran ji 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran re muzekkere nivîsî û îdia kir ku her du dosya girêdayê hevin û divê bibin yek. 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran jî nivîs nivîsî û îda kir ku dîrokên sûc cuda ne û red kir.
 
Runiştin saet di 16.55’an de hat dîtin
 
Ya balkêş ev bû ku 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran piştî redkirinê, celseyeke nû vekir û di 3’ê Tîrmehê roja înê saet di 16.55’an de bi lez û bez runiştin pêk anî. Dadgeha runiştin bi awayekî resen vekir, agahî neda Adalet, Remziye û parêzrên wan. Dadgehê derbarê Edalet û Remziyeyê de biryara berdewamkirina girtinê da.
 
Parêzerên Adalet û Remziyeyê yên ji bo runiştina 9’ê Tîrmehê xwe amade dikirin jî ji bo piştgiriya dozê kampanya meşandin. Parêzeran di 7'ê Tîrmehê de hîn bûn ku runiştin di 3’ê Tîrmehê de pêk hatiye.