Fatma Gultekîn hat tahliyekirin

  • 15:21 13 Tîrmeh 2020
  • Hiqûq
AMED - Endama damezrîner a Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn, di daneşîna yekem a doza jê dihat darizandin tehliye bû.
 
Di encama lêprisîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî Komeleya Jinan a Rosayê hat destpêkirinde, di 22'yê Gulanê de operasyon hat kirin û di encamê de yek jê bi girtina li malê 13 kes hatin girtin. Di nav kesên hatin gitin de endama damezrîner a Komeleya Rosayê Fatma Gultekîn jî hebû. Daneşîna 1'emîn a doza Fatma jê bi îdaya "endamtiya rêxisitnê" tê darizandin li 10'emîn  Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di daneşîna ku endamên jin ên KESK'ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA)  xwestin tevli bibin de tenê ji bo malbata Fatma û 6 parêzeran destûr hat dayîn.
   
Fatma bi rêya SEGBÎS'ê tevli daneşînê bû. Li ser daxwaza şahid ku xwest ger kes tune be li salonê ew ê tevli bibe dadgehê biryar da ku her kes derkeve derve û şahid îfadeya xwe bide.
 
Piştî navebera hat dayîn heyeta dadgehê biryar tehliyekirina Fatmayê da û daneşîn taloqî 25'ê Cotmehê kir.