Dozger îdeanameya Dayika Aştiyê Havva Kiran amade kir

  • 10:47 11 Tîrmeh 2020
  • Hiqûq
AMED - Îdianameya derbarê Dayika Aştiyê Havva Kiran de hat amadekirin. Îdianame bi îdiaaya "endamtiya rêxistinê" hatiye amadekirin. 
 
Di 22'yê Gulanê de li Amedê di çarçoveya lêpirsîna derbarê Komeleya Jinê ya Rosayê de 17 kes hatibûn binçavkirin. Yek ji van kesan jî endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran a 65 salî bû. Havva, piştî hatibû binçavkirin bi şertê "hepsa malê" hatibû berdan. Niha jî îdianameya derbarê Kiranê de hatiye amadekirin.
 
Îdianame bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye amadekirin. Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Amedê jî îdianame qebûl kir. Di îdiaanameyê de tê xwestin ku ji 7 sal û 6 mehan heya 15 salan ceza bê birîn. Her wiha piştî îdiname hat amadekirin biryara "hepsa malê" jî hat rakirin. Dozgeriyê dosyaya wê ya niha bi dosyeyeke wê ya berê re kiriye yek. Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku ji 9'ê cotmeha 2019'an heya 9'ê adara 2020'an telefona Havvayê hatiye guhdarkirin.
 
Di îdianameyê de îfadeyên şahidê veşarî “A53T61MCTS21SS92” jî hene. Şahidê veşarî di îdianameyê de gotiye: "Ez vê endama rêxistinê wekî 'Ana' nas dikim. Li vira, agahiyên wê yên nasnameyê hîn bûm. Ev kesî endama komeleya bi navê Rosayê ye û bi awayekî çalak tevlî civînên rêxistinî yên komeleyê dibe." Her wiha dozgerî di îdianameyê de ji bo Dayikên Aştiyê gotiye "qaşo dayika aştiyê" û dayik "rêxistina terorî" sor dikin. 
 
Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku Havva hatiye şopandin, çûye Komeleya Jina ya Rosayê û avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD). Di îdianameyê de çûyîna avahiya komeleya jina û KCD'ê sûc hatiye hesibandin. Di îdianameyê de ji bo pankarta ku di dema avêtina ser Komeleya Jina ya Rosayê de hatiye desteserkirin û li ser "Li dijî şîdeta mêr û dewletê rabe, xwe organîze bike" hatiye gotin ku hatiye xwestin li dijî dewletê gel rabe ser piya û alozî çêbibe.
 
Her wiha di îdianameyê de tevlîbûna Havva a daxuyaniya derbarê greva birçîbûnê de, tevlîbûna çalakiya greva birçîbûnê ya li avahiya HDP'a Amedê, beşdarbûna çalakiya danasîna hevşaredarên HDP'ê, tevlîbûna vekirina buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya li Peyasê, tevlîbûna mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, tevlîbûna dema daxuyandina deklerasyona DBP'ê ya ji bo yekîtiya neteweyî, tevlîbûna komcivîna tifaqa Kurdistanî, tevlîbûna Kongreya DBP'ê ya Navçeya Rezanê, tevlîbûna panela "Ji bo aştiyê divê civak çi bike?" û Merasîma Xelatdayînê ya Aştî, Demokrasî û Dostaniyê ku Odeya BIjîşkan a Amedê li dar xistibû sûc hatiye hesibandin. 
 
Her wiha di îdianameyê de îfadeya Havva jî cih girtiye û gotiye: "Armanca min dilê tu dayikê neşewite, aştî çêbibe."