Aynûrê bi pitika xwe ya 10 mehî şandin girtîgehê

  • 17:19 10 Tîrmeh 2020
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Aynur Kuaç a ku hefteya borî hatibû binçavkirin û bi şerdê kontrola edlî hatibû berdan bi îtiraza dozgeriyê hat girtin û bi pitika xwe ya deh mehî ew şandin girtîgehê. 
 
Di 1'ê Tîrmehê de di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Mêrdîn, li Cizîra Şirnexê Aynur Kuaç hatibû binçavkirin û ew di 4'ê Tîrmehê de anîbûn edliyeya Mêrdînê û bi şerdê kontrola edlî hatibû berdan. 
 
Aynûrê bi pitika xwe ya 10 mehî şandin girtîgehê
 
Dozgeriyê ji bo serbestberdana Aynûrê îtiraz kir. Hat hînbûn ku piştî îtirazê Aynûrê li mala xwe ya Cizîrê hat binçavkirin û piştre hat girtin. 
 
Aynûrê bi pitaka wê ya 10 mehî şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê.