‘Dixwazin rejîma tirsê bidomînin’

  • 09:13 4 Tîrmeh 2020
  • Hiqûq
WAN - Parêzera OHD’î Sevda Aydin da zanîn ku îşkenca li aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Çetîn hatiye kirin her tiştî dide nîşandan û got: “Sedema desthilatdariyê ya pêkanîna vî sûcî hebe ku rejîma tirsê bi êrîşa li hember bedena jinê bidomîne.”
 
Aktîvîsta TJA’yê Sevîl Rojbîn Çetîn di 26’ê hezîranê de di serdegirtina malan de sê saet û nîvan rastî îşkenca polîsan a bi kuçikan re rûbirû hat. Wêneyên der barê îşkenca li hember Rojbînê di çapemeniyê de hat weşandin. Parêzera Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Sevda Aydin balkişand ser nexweşiya Rojbînê.
 
Sevdayê da zanîn ku tevî Rojbînê ji hêzên ewlehiyê re gotiye ew nexweşa pençeşêrê ye jî pêkanîna dijmirovahî berdewam kiriye û îşkenca zayendî pêk hatiye. Sevdayê wiha got: “Aliyê îşkenceyê ya li ser bedena jinê bi Rojbîn Çetîn re derket holê. Lê di serlêdanên ji bo me tên kirin de em dibînin ku îşkence her tim li ser bedena jinê pêk bê. Di bin çavan de lêgerîna tazî tê ferzkirin, laçika wan tên derxistin, li odeyên bi kamera lêgerîn tê kirin. Îşkence bûye rutîn.”
 
‘Li kolanan jî îşkence tê kirin’
 
Sevdayê destnîşan kir ku îşkence êdî aşkera tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îşkence êdî ji avahiyên emniyetê daketiye kolanan. Ji ber sedema vîrûsê di qedexeyê de şîdeta polîsan a li kolanê hat dîtin. Sedema zêdebûna îşkencê bêcezabûne. Walîtiyê piştî bûyerê daxuyanî da. Walîtî her tim heman daxuyaniyan didin. Beyî lêkolîn îşkence diderewînin.”
 
Sevdayê da zanîn ku îşkence çi dibe bila bibe, sûce û hem di mevzuata navneteweyî û hem jî ya neteweyî de sûcekî hatiye qedexekirine. Sevdayê got wê heta dawî li dijî vê pêkanînê bin û wê destur nedin ku ev rewş normal bibin.