'Divê li dijî van êrîşan bi awayekî topyekun têkoşîn bê dayin'

  • 09:12 4 Tîrmeh 2020
  • Hiqûq
Habîbe Eren
 
ENQERE - Parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal yên bi daxwaza darizandineke adîlane ketin rojiya mirinê, rewşa wan her diçe giran dibe. Parêzer Ayşegul Çagatay ji bo dosya li dadgeriyê got: “Hewcedarî bi sekinandinê tune. Hevalên me di rojiya mirinê de ne. Divê demildest biryar xera bibe.
 
20 parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) û Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) li ser îfadeyên şahidên veşarî di 12’ê îlona 2017’an de hatin binçavkirin û 17 heb bi sûcdariya endamtiya rêxistinê û rêveberiya rêxistinê hatin girtin. Di rûniştina yekem ya li 37’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin de 17 parêzer hatibûn tahliyekirin û li ser îtîraza dozger ji nû ve hatin girtin. Di vê pêvajoyê de heyeta dadgehê guherî û di 20’ê Adara 2019’an de dadgehê bi îdiaya endamtiya rêxistinê li Ebru Tîmtîk 13 sal û 6 meh û li Aytaç Unsal jî 10 sal û 6 meh ceza birî. Li 18 parêzerî bi giştî 159 sal ceza hat birîn. Dosya li dadgeriyê ye.
 
Parêzer Dîdem Baydar Unsal li Edliyeya Çaglayanê nobeta edaletê da destpêkirin û parêzer Ebrû Tîmtîk a li Girtîgeha Sîlîvriyê û parêzer Aytaç Unsal li girtîgeha Tîpa T ya Burhaniyeyê bi daxwaza darizandina adîlane dest bi rojiya mirinê kirin. Ebru di roja 182’emîn çalakiya xwe de ye û Aytaç jî di roja 154’an de ye. Rewşa wan her diçe giran dibe. Parêzer Ayşegul Çagatay jî ji bo Ebru û Aytaç li ser dadgerî û wezareta dadê çalakiyê dike. Ayşegulê pêvajo nirxand û got divê demildest pêngav bê avêtin.
 
Ayşegulê got Aytaç Unsal di 29’ê Hezîranê de ziyaret kiriye û got niha daketiye 60 kîloyî û got: “Ebru berê jî ketibû grevan. Ji ber vê gelek pirsgirêkên tenduristiyê derketin holê. Destên Ebruyê mor bûne, di devê wê de birîn çêbûne, di bedena wê de birîn derketine.”
 
‘Li ser îfadeyên şahidê veşarî biryar tê dayîn’
 
Ayşegulê da zanîn ku li şûna ku darizandina ceza li ser rastiyan bê kirin, li ser îfadeyên şahidên veşarî htine kirin û got: “Di destên me de dane û tespîtên aborî hebin, dikarin li ser vê hukum bê kirin. Lê ji bo me wisa nebû. Me her tim di rûniştinan de çi kiriye vegot. Lê mixabin bi tiştên ku tu car me nekirine, li ser îfadeyên şahidê veşartî darizandin hat kirin. Şahid Î.O demek dirêj e derbarê kesan de îfadeyan dibêje. Vî kesî der barê her kesî îfade daye.
 
'Divê li dijî van êrîşan bi awayekî topyekun têkoşîn bê dayîn'
 
Ayşegulê bi lêv kir ku çalakiya rojiya mirinê ya parêzeran didome û got ligel vê hikûmetê berê xwe daye baro û parêzeran û got: “Yekane tişta dest nedabûnê parastin bû. Desthilatdarî hêrsa vê jî bi awayekî tund pêk tîne. Ev ne tiştekî nû ye. Êrîşa li hember parêzeran ne tiştekî nû ye. Niha li her çar alî Tirkiyeyê berxwedaneke cidî ya hevalên me yên parêzer hene. Divê li dijî van êrîşan bi awayekî topyekun têkoşîn bê dayîn.”
 
‘Divê demildest biryar bê xerakirin’
 
Ayşegulê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew li ber edliyaya Çaglayan û gelek merciyên din daxwazên hevalên xwe tînin ziman û got: “Me li ber Wezareta Dadê û dadgeriyê daxwaza edaletê ya hevalên xwe anî ziman. Divê demildest dest ji vê biryarê berdin. Dema mirov li dosyayê dinêrin kêmasiyên cidî hene. Hewce bi sekinandinê tune. Divê demildest biryar bê xerakirin.”