Ji bo hevşaredara Yenîşehîrê ji 5 salan heta 10 salan ceza hat xwestin

  • 09:05 4 Tîrmeh 2020
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve der barê hevşaredara Yenîşehîrê Belgîn Dîken ya ku qeyûm tayînê şûna wê bûbû, îdianame hat amadekirin û ji endamtiya rêxistinê ji 5 salan heta 10 salan ceza hat xwendin.
 
Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve der barê hevşaredara Yenîşehîrê Belgîn Dîken ya ku qeyûm tayînê şûna wê bûbû, îdianame hat amadekirin. Di îdianameya hat amadekirin de, tevlîbûna Belgînê ya nasandina namzetan a HDP’ê û daxuyaniyên çapemeniyê sûc hat hesibandin.
 
Di îdianameyê de tevlîbûna daxuyaniya çapemeniyê ya der barê grevên birçîbûnê ya Leyla Guven dabû destpêkirin û anîna ziman a daxwazên Leylayê jî sûc hat hesibandin. Di îdianameyê de îbareya ‘Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ya ku damezrandina wê ya qanûnî tune’ hat bikaranîn û her wiha vexwendîkirina KCD’ê ya di 2012’an de a ji bo meclîsê ku ji aliyê serokê meclîsê Cemîl Çîçek ve hatibû kirin jî, ji nedîtîve hat dîtin.
 
Endamtiya komeleyê sûc hat hesibandin
 
Her wiha endamtiya Belgînê ya Kongreya Jinên Azad (KJA) ku bi KHK’ê hatibû girtin jî sûc hat dîtin. Lê balkêş e ku di îdinameyê de nehat gotin ku KJA bi destûra Walîtiyê hatiye vekirin û saziyeke fermî ye. Her wiha tevlîbûna nasandina namzetên partiyê jî sûc hat hesibandin. Ligel vê tevlîbûna çalakî û bernameyên ku destûra wan hatiye dayîn jî, sûc hat dîtin.
 
Dozger ji 5 salan heta 10 salan ceza xwest
 
Dozgeriyê der barê Belgînê de ji sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ ji 5 salan heta 10 salan ceza xwest. Îdianame ji aliyê 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.
 
Rûniştina Belgînê ya ewil di 6’ê hezîranê de hat dîtin û doz taloqî 14’ê cotmehê hat kirin.