Daneşîna doza têkildarî zaroka hat qetilkirin dest pê kir

  • 12:44 3 Tîrmeh 2020
  • Hiqûq
AGIRÎ - 4’emîn danişîna doza derbarê zaroka 4 salî Leyla Aydemîr a li gundê Bezîrganê winda bû û piştî 18 rojan cenazeyê wê hat dîtin de hatibû vekirin, hat destpêkirin.
 
4’emîn danişîna doza derbarê zaroka 4 salî Leyla Aydemîr a li gundê Bezirganê yê Agiriyê di 15’ê Hezîrana 2018’an de winda bû û piştî 18 rojan cenazeyê wê hat dîtin de, hatibû vekirin li 1’emîn Dadgeha Cezayê giran a Aagiryê dest pê kir. Parêzerên endamên Komeleya  Destdirêjî û Têkoşîna Zarokan a Mamosteyên Saadetê (UCÎM) danişîn şopandin. 
 
Dozgerê di 17’ê Hezîranê de mutalaya xwe ya têkildarî dozê temam kiribû, diyar kir ku apê Leyla yê girtî tê darizandin Yûsûf Aydemîr, xizmên wê Mehmet Alî Aydemîr û Besîm Dûrsûn di nava “raman û çalakiyek hevpar de” Leyla qetil kirine û ji bo wan cezayê muebata giran û her yek 14 sal cezayê girtîgehê xwest. Dozger di heman demê de, ji bo A.A û Y.A yên ne girtî tên darizandin jî bi sûcdariya “kes ji azadiya wê kirin û bi zanebûn kuştina mirov” 29 sal û 4 meh cezayê girtîgehê daxwaz kir. Di mutalayê de ji bo apê Leyla M.A. û H.D. beraet hat xwestin.