Daneşîna doza Rojnameger Bêrîvan Altan hat taloqkirin

  • 13:39 2 Tîrmeh 2020
  • Hiqûq
 
 
MERSÎN - Yekemîn daneşîna doza ku bi îdiaya “Endamtiya rêxisinê” derbarê nûçegîhana MA'yê Bêrîvan Altan de hatibû vekirin, taloq kirin.
 
Yekemîn daneşîna nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bêrîvan Altan ku di 26’ê mijdara 2019’an de li Mersînê hatibû binçavkirin û bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” derbarê wê de doz hatibû vekirin, li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mersînê hat dîtin. Bêrîvan û parêzerê xwe Ozgur Çağlar li daneşînê amade bûn. 
 
Daneşînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Di daneşînê de Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya ku bi KHK’ê hatibûn girtin û gotinên şahid ên derbarê wê de ji Bêrîvanê hatin pirsîn. Bêrîvan, diyar kir ku her du rojname jî dema ku derketine qanûnî bûne û piştî erêkirina dozgeriya çapameniyê li bayiyan hatine firotin. Bêrîvan, di berdewamê de sûcdariyên derbarê xwe de red kirin û got ku rojnameyên qanûnî nabin sûc.
 
Parêzer Ozgur Çaglar jî bi bîr xist kir ku her du rojnameyên ku muwekîla wî pê tê sûcdarkirin derbarê wan de lêpirsîn dubare hatine vekirin lê venegeriyane dozê û got ku muwekîla wî rojnameger e û xwest ku di daneşîna bê de şahid jî bê guhdarkirin. 
 
Doz taloq kirin
 
Dadgehê, ji bo ku di daneşîneke din de şahid jî bên amadekirin müzekkere nivîsand û daneşîn taloqî 12’ê mijdarê kir.