Li endamên PM'a HDP'ê yên berê ceza hat birîn

  • 11:31 2 Tîrmeh 2020
  • Hiqûq
MÛŞ - 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Muşê, li endamên PM'a HDP'ê yên berê Bermal Bîrtej û Ergîn Blata 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê bîrî. 
 
Dadgeha Îstinafê ya Erziromê , 10 sal û 6 meh cezayê li Endamên Meclisa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Bermal Bîrtek û Engîn Balta ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû birîn îptal kir û xwestibû ku ji nû de bên darizandin. Daneşîna doza ku ji nû de hat dîtin li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê pêk hat.  
 
Dadgehê piştî parastinê biryara xwe aşkera kir û li Bermal û Engîn 10 sal û 6 meh ceza birî.