16 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredar Sara Kaya birîn

  • 15:35 22 Hezîran 2020
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Di doza ku Hevşaredara Nisêbînê ya HDP’î ya girtî Sara Kaya dihat darizandin de dadgehê 16 sal cezayê girtîgehê li Sara Kaya birî. 
 
Daneşîna doza Hevşaredara berê ya Nisêbînê Sara Kaya ku di 13’ê Çileya 2017’an de bi serdegirtina mala xwe ya li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê de hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin, hat dîtin. Daneşîn, li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin. Sara ku bi sûcdariyên mîna “Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” û “Endamtiya rêxistinê” tê darizandin ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî daneşînê bû. Parêzerên Sara jî li daneşînê amade bûn. 
  
Piştî tespîtkirina nasnameyê daneşînê dest pê kir. Dozger mutalaaya xwe ya berê dubare kir û daxwaz kir ku cezayê muebbetê li Sara bê birîn. Sara, li dijî mutalaayê parastina xwe kir û sûcdariyên li red kir daxwaza beraata xwe kir. Piştre parêzerên Sara jî parastina Sara kirin û destnîşan kirin ku ji bo sûcdariyên ku li muwekîla wan tên kirin piştre delîl hatine çêkirin û daxwaz kirin ku derbarê Sara de biryara beraatê bê dayîn. 
 
Piştî navbereke kurt heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê, biryar da ku wesfên sûcdariya “Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” çênebûne û bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” 9 sal cezayê girtîgehê li Sara birî. Dadgehê piştre cezayê Sara zêde kir û derxist 13 sal û 6 mehan. Dadgehê, bi angaşta “Peywira xwe baş bi kar neaniye” 6 meh û bi angaşta “Gel tehrîqê neyartî û kînê kiriye” jî 2 sal cezayê girtîgehê li Sara birî. 
 
Dadgehê, her wiha biryar da ku girtina Sara bê berdewamkirin.