Di doza Leyla de dozger mutaala temam kir

  • 09:55 18 Hezîran 2020
  • Hiqûq
AGIRÎ - Di doza Leyla Aydemir a ku 18 roj şûnde li Agiriyê cenazeyê wê hat dîtin de, dozger mutaala temam kir. 
 
Li Gundê Bezirxanê yê Agiriyê zaroka bi navê Leyla Aydemîr a 4 salî di 15'ê Hezîrana 2018'an de winda bûbû û 18 roj şûnde cenazeyê wê hatibû dîtin. Dozger mutaalaya derbarê doza Leyla de temam kir û do pêşkeşî dadgehê kir. 3 rûniştinên di nîsanê de hatin dîtin di çarçoveya tedbîrên Vîrusa Koronayê de taloqî tîrmehê hatibûn kirin. 
 
Dozger diyar kir ku apê Leyla, Yusuf Aydemir, xizmê wê Mehmet Alî Aydemir, Besim Dursun "Di nava heman fikir û tevgerê de" Leyla qetil kirine û derbarê wan de muebbeta giran û 14 sal ceza xwest. Dozger di derbarê bersûcên bi navê A.A û Y.A de ku bê girtin tên darizandin heta 29 sal û çar mehan ceza xwest. Her wiha dozger berata apê Leyla, M.A û hevsera Besim Dursun, H.D xwest.