Rûniştina girtiya nexweş Selma Altan sibehê ye

  • 10:57 15 Hezîran 2020
  • Hiqûq
ÎZMÎR - Yekemîn rûniştina doza darizandinê ya girtiya nexweş û parêzvana mafê mirovan Selma Altan, sibehê ye. Xwişka Selmayê, Sevinç Altan berî rûniştinê nameyek derbarê Selmayê de nivîsand û hestên xwe anî ziman. Sevinçê di nameyê de wiha got:"Îdianameyeke xerîb a ku hemû tiştî wekî sûc nîşan dide.  Kesên ku li dijî binpêkirina mafan disekinin wekî 'terorîst' tên pênasekirin."
 
Parêzvana Mafê Mirovan û Rêvebira Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Hukumxwaran re (Ege TUHAY-DER) di çarçoveya lêpirsîna ku j aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve hat meşandin de di 11'ê Mijdara 2019'an de li Stenbolê hat binçavkirin û bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin û şandin Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Şakranê a Îzmîrê. Hinceta girtina Selmayê ya bi nexweşiya KOAH'ê ye û 71 salî hevdîtina bi xizmên girtiyan e. 
 
Ew ê rûniştina yekem a derbarê Selma de di 16'ê hezîranê (sibehê) de li 26'emîn Dadgeha Cezayê Giyan a Edliyeya Stenbolê saet di 1530'an de bê dîtin. Ew ê Selma bi rêya SEGBIS'ê beşdarî rûntiştinê bibe. Xwişka Selmayê, Sevinç Altan nameyek ku têkildarî mijarê de hestên xwe aniye ziman parve kir. 
 
'Xwişka min ji bo parastina mafên girtiyan têkoşiya'
 
Sevinçê wiha got:"Xwişka min ji bo parastina mafên girtiyan têkoşiya. Em jî ev 7 meh in ji ber ku diçin Şakranê me gelek pirsgirêk bi çavên xwe dîtin. Wan dîwaran gelek tişt ji me re rave kirin. Parastina mafên mirovan û derketina li dijî binpêkirina mafan a xwişka min wekî sûc hatin qebûlkirin."
 
'Kesên ku li dijî binpêkirina mafan disekinin wekî 'terorîst' tên pênasekirin'
 
Sevîncê wiha dewam kir:"Li gor daneyên ÎHD'ê 458 jê giran 1334 girtiyên nexweş hene. Tevî raporên ku Tipa Edlî dibêje "Nikare di girtîgehê de bimîne" gelek girtiyên siyasî û hukumxwar di girtîgehan de tên girtin. Gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Hejmara zarokên ku bi dayika xwe re li girtîgehan dimînin gihaştiye 780'ê. Wezareta Dadê her çiqas bêje di çarçoveya Vîrusa Koronayê de tedbîr tên girtin girtî û hukumxwar tînin ziman ku berovajî vê yekê 'Tu tedbîr nayên girtin'. Em nûçeyên hejmara li ser lingan, lêgerîna tazî û binpêkirina mafan dixwînin. Kesên ku vana tîne ziman jî wekî 'terorîst' tên pênasekirin. Kesên ku li dijî binpêkirina mafan disekinin wekî 'terorîst' tên pênasekirin."
 
'Li koguşê pitikeke yek û nîv salî heye'
 
Sevinçê da zanîn ku di koguşê de tevî Selma 19 kes dimîni û wiha got:"Di bin şerdên dijwar de ne lê belê ji me bêtir bi hêvî ne. Li koguşê pitikek heye 7 mehî bi dayika xwe re ketiye girtîgehê. Hevalên koguşê yên xwişka min baş lê dinihêrin."
 
'Ji koka paspasê baston hat çêkirin'
 
Sevinçê anî ziman ku ji ber ku Selma nikare bimeşe ji koka paspasê baston çêkirine lê rêveberiya girtîgehê ev nekirine hundur û wiha dewam kir:"Ez wê rojê giriyabûm. Heger Selma tehliye bibe ew ê emeliyat bibe. Ji bo çongên wê protez lazim e. Piştî hat girtin 10 roj şûnde randevuya ji bo emeliyatê hatibû sitendin."
 
'Bi beyana 'şahidê veşartî' îdianame tên avakirin'
 
Sevince wiha got:"Ji ber Vîrusa Koronayê karantina wekî hincet hat nîşandan û zêde hevdîtin pêk nehatin. Bi beyana 'şahidê veşartî' îdianame tên avakirin. Êdî bes e. Xwişka min berdin. Ew qiymeta ji bo kesên ku alîkariya wan kiriye."