‘Betalkirina parlamenteriyê dijqanûnî ye’

  • 10:39 6 Hezîran 2020
  • Hiqûq
Şehriban Aslan
 
DİYARBAKIR - Parêzera Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven  Reyhan Yalçindag, diyar kir ku ew li bendê bû muwekîla wê bê tahliyekirin û ev tişt got: "Bêyî ku li benda biryara qanûna bingehîn bimînin xwendina cezayê ku bû sedema betalkirina parlamenteriyê, hem li dijî qanûna bingehîn e û hem jî li dijî peymanên navneteweyî ye." 
 
Parlamenteriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven û parlamenterê Amedê Musa Farîsogullari û parlamenterê CHP'ê Enîs Berberoglu  hat betalkirin û piştre hatin girtin. Piştre Enîs Berberoglu di çarçoveya tedbîrîên vîrusa koronayê de hat tahlîyekirin. Lê parlamenterên HDP'ê herdu jî hîna gîrtî ne. Jinan bertek nîşanî girtina Leyla Guven dan.
 
Parêzera Leylayê Reyhan Yalçindag Baydemîr jî bal kişand ser bêhiqûqiya hat kirin. Reyhanê diyar kir ku biryar li dijî hiqûqê ye û vê biryarê xala 83'emîn a qanûna bingehîn tune hesibandiye.
 
'Xala83'emîn a qanûna bingehîn tune hesibandin'
 
 Reyhanê diyar kir ku dema Leyla û Musa parlamenter hatine hilbijartin, wan ji bo ku şopandina dosyayê bê sekinandin bi awayê nivîskî serî li dadgeha bilind dane û wiha got: "Xala 83'emîn a dadgeha bingehîn tune hat hesibandin û wekî ku ne parlamenter in şopandina dosyayê hat berdewamkirin û ceza hat birîn. Piştî ku ceza hat birîn jî parlamenteriya wan hat betalkirin û hatin girtin."
 
'Em di hefteyên pêş de li benda biryarek girîng in'
 
Reyhanê betalkirina parlamenteriya parlamenterên berê yên HDP'ê bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Selma Irmak, Osman Baydemîr û rahmetiyê Ayhan Bîlgen ji ber ku ceza girtin parlamenteriya wan li meclisê hatibû betalkirin. Ji ber vê serlêdaneke ku li DMME'yê berdewam dike heye û piştî ku ji hikumetê re hat ragihandin nivîs hatin pêşkêşkirin. Em jî wekî şopdarên van dozan me layhaya xwe ya dawî di meha çileyê de pêşkêş kir. Di hefteyên pêşiya me de di vî derbarî de em li benda biryareke cidî ne."
 
'Divê bê tahliyekirin'
 
Reyhanê herî dawî diyar kir ku hemû pêvajo bi awayekî bêhiqûqî hatiye meşandin û wiha got: "Di encamê de parlamenteriya parlamenteran hat xistin. Ez dixwazim ku muwekîla min bê berdan."