Li dijî biryara demboriyê kampanya hat destpêkirin

  • 09:04 3 Hezîran 2020
  • Hiqûq
STENBOL- Çagla Tugaltay 20 sal berê ji aliyê kes an jî kesên ku nasnameya wan nediyar ve hat qetilkirin. Çagla ku gumanbara wê nehat dîtin dosyaya wê di 5’ê hezîranê de wê bikeve ber demboriyê. Malbata wê ya ku 20 sale hewl dide dengê xwe bide bihistin, ji bo dosya nekeve ber demboriyê kampanya îmzeyan da destpêkirin.
 
Çagla Tugaltay a 15 salî ku li Şîşlîya Stenbolê dijiya di 5’ê Hezîrana 2000’î de dema ji dibistanê hatibû malê bi kêrê hat qetilkirin. Polîsan di lêkolîna kirin de diyar kirin ku zor li derî nehatiye kirin, mal nehatiye belavkirin û dizî nehatiye kirin, gumanbar kêr li mutbexê şûştiye. Du meh piştî bûyerê li Nîşantaşi kesekî ku xwe wek postavan amade kiribû ket mala jinekê û hewl da tecawiz bike. Tufa G. yê hat binçavkirin, der barê dosyaya Çaglayê de jî hatibû lêpirsînikrin û ji ber DNA'ya wî  negirt hat berdan.
 
7 sal piştî bûyerê ekîba dosyayê ji nû ve hat avakirin, dosya hat lêkolînkirin û hat ferqkirin ku DNA'ya qotîkên cigareyê nehatine girtin. Dê û bavê Çaglayê gotin qotik ya wan e, lê dîsa jî mînakên xwînê ji dê û bav hat girtin. Ji avahiyê ji du kesên din jî hatin girtin. Lê van jî pê negirt.
 
‘Analîza DNA’yê 14 sal şûnde hat kirin’
 
Di 2014’an de der barê dosyayên kiryar nediyar de ekîbên taybet hatin avakirin. Ekîb dîsa guherîbûn. Ekîba ji bo Çaglayê hat avakirin, dosya lêkolîn kirin û ferq kirin ku piştî otopsiyê analîza DNA’ya navbera neynûkên Çaglayê nehatiye kirin. Li ser vê jî mînak hat girtin, DNA’yek aydê mêrekî derket. Ji malbat û cîranan mînak hat girtin. Lê ne aîdê van kesan bûn.
 
‘Divê dosya neyê girtin’
 
Birayê Çaglayê Îlken Tugaltay got wê di 5’ê hezîranê de doz bikeve ber demboriyê û got ji bo nekevê kampanya îmzeyan di 30’ê Gulanê de dane destpêkirin. Îlker bi lêv kir ku di 20 salan de 7-8 dozger guherîne, ligel vê evqas jî ekîbên polîsan guherîne û wiha berdewam kir: “Ji ber vê kesên em pê re di têkiliyê de bûn her tim ji hev qût bûn. Her carê em bi yên nû re ketin têkiliyê. Lê me tu encam jî bidest nexist. Em hewl didin ku dengê xwe bidin bihistin. Ev 20 sale em êşê dikşînin. Me dengê xwe neda bihistin. Teknolojiya 20 sal berê û ya niha ne wek hev e. 20 sal berê baş nehat lêkolînkirin belkî. Ji ber dosya nehat lêkolînkirin her tim vekirî ma. Em hewl didin dengê xwe bidin bihistin.Kampanya me ket du rojên dawî. Em êdî nizanin çi bikin.”
 
‘Em ligel malbatê ne’
 
Nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Melek Onder jî wiha got: “Jinek ciwan hat kuştin. Wê kî hesabê vê bide. Çagla 15 salî bû. 20 sal derbas bûye. Têkoşîna ji bo edeletê didome. Em di vê têkoşînê de ligel malbatê ne. çend roj maye ku dosya bikeve ber demboriyê. Mixabin gelek bûyerên wisa hene. Jin tên qetilkirin û tedbîr nayên girtin. Peymana Stenbol û qanûna 6284 pêk nayê. Dosya Çaglayê jî bi rêk û pêk nehatiye destgirtin. Divê Peymana Stenbolê bi awayekî saxlem pêk bê.”
 
Ji ser vê lînkê hun dikarin xwe bigihînin kampanyaya îmzeyan ya birayê Çaglayê Îlker daye destpêkirin: http://chng.it/WbKcbDd28J