‘Li girtîgehan mirovan terkî mirinê dikin’

  • 09:15 28 Adar 2020
  • Hiqûq
Gulîstan Azak
 
STENBOL - Parêzer Gulîzar Tuncer, diyar kir ku 3’emîn Pakêta Darazê ya hikûmetê amade kiriye, berdewama zîhniyeta tolgirtinê ya dewletê ye û got: “Yên dixwazin muxalefeta rast pêk bê divê dengê xwe li dijî pakêtê xurtir derxînin. Hewce bike bila dakevin kolanan. Em niha denge xwe bilind nekin piştre  tu wateya wê namîne. Wê mirov li girtîgehan terkî mirinê bên kirin.”
 
Pêşnûme qanûna ku sererastkitinên der barê înfazan de, ku li ser vîrusa derket holê dîsa hat rojevê wê hefteya pêş ji meclîsê re bê pêşkêşkirin. Pakêt ji bo sûcên ‘ji qestî kes kuştin’, ‘sûcên teror’ û ‘sûcên rêxistinî’ pêvajoya înfazê kêm nabe. Lê tevî hemû bertekên rayagiştî ji bo sûcên êrîşên zayendî û hişbirê ceza tê daxistin.
 
‘Nîşaneya daxwaza mirina girtiyane’
 
Parêzer Gulîzar Tuncer der barê naveroka pakêtê de nirxandin kir û got ev berdewam desthilatdariya siyasiye û got: “Dewleta di pêvajoya vîrusa korona de jî polîtîkayên xwe yên tolgirtinê venakişîne. Hîna jî li bajarên Kurdan qeyûm tên tayînkirin. Dewlet hîna jî mirovan wekhev nabîne. Bi taybet ev newekheviya tê ferzkirin wê bibe sedema mirinan. Di pakêta darazê de girtiyên siyasî nayên cihkirin. Ev jî tê wateya ku mirinan dixwazin. Ev jî bêguman nêzîkatiya tolgirtinê ya dewletê nîşan dide. Dîsa di pêvajoyeke wisa ku hemû kes li dijî vîrusê têdikoşin de ji bo şaredariyan qeyûm tên tayînkirin. Mirov tên binçavkirin. Ev ji xwe kirine derfet. Ev jî nêzîkatiya desthilatdariyê bi aşkera datîne holê.
 
Gulîzarê destnîşan kir ku der barê vîrusê de tedbîrên hewce nayên girtin û berovajî vê pêşî li hemû tehdîdan tê vekirin û got ev ji rewşa girtîgehan tê dîtin.
 
‘Li welat niha her kes terorîste’
 
Gulîzarê di berdewamiyê de balkişand ser girtiyên ji sûcên terorê ceza girtine û ji derveyê pakêtê hatine hiştin û got divê ev bê pirsîn û got: “Li Tirkiyeyê mixabin her kes sûcdarên ‘terorê’ tên dîtin. Divê sûcên terorê bi aşkera bên venasîn. Çarçoveya sûcê ku jê re dibêjin ‘sûcê terorê’ çiye? Ji xwe li vî welatî her kes terorîst e. Sûc çiye? Ji çi re dibêjin sûc? Divê ev bê vegotin. Her tişt wisa tarî kirine ku, yên wek desthilatdariyê nafikirin sûcdar tên îlankirin. Ev pêkata darazê jî bi tu awayî nayê qebûlkirin.”
 
‘Hewce bike divê dakevin kolanan’
 
Gulîzarê di dawiyê de wiha got: “Divê li gorî parastina mafê tenduristî û jiyana girtiyan bi şerta kontrola edlî înfaz bên taloqkirin. Yên dixwazin muxalefeta rast pêk bê divê dengê xwe li dijî pakêtê xurtir derxînin. Hewce bike bila dakevin kolanan. Em niha deng bilind nekin tu wateya wê tune. Wê mirov li girtîgehan terkî mirinê bên kirin.”