Zarokek ji aliyê ap û pismamê xwe ve bi êrîşa zayendî re rûbirû hat

  • 09:13 26 Adar 2020
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Kesên bi navê Abdî T û B.T, li hember zaroka ku xizma wan bû êrîşa zayendî pêk anîn. Di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de gumanbar hatin girtin. Lê pismamê zarokê B.T. du meh şûnde bi ‘berdana bi kontrol’ hat berdan û ap Abdî T. jî hat girtin.
 
Hikûmeta li dijî şîdeta li ser jinê û êrîşa zayendî ya li hember zarokan tedbîran nagire, ligel vê bi pakêta daraza nû re, ji bo gumanbarên sûcên êrîşa zayendî jî riya tahliyeyê vedike. Di encama polîtîkayên bêcezabûnê de jî bûyerên şîdet û êrîşa zayendî jî zêde dibin.
 
Li navçeyeke Mêrdînê mêrên bi navê Abdî T û B.T, li hember zarokeke ku xizma wan bû êrîşa zayendî pêk anîn. Zarok di encama tecawizê de ducanî ma û piştî ku tiştên hatin serê wê ji malbatê re vegot, bûyer derket holê.
 
Du meh şûnde hat tahliyekirin
 
Malbatê piştî bûyerê ewil der barê pismamê zarokê B.T de gilî kir. B.T di Nîsana 2019’an de hat girtin û bi hinceta ‘zarok ne ji wî ye’ di 13’ê hezîrana 2019’an de bi şertê kontrola edlî hat tahliyekirin.
 
Di encama DNA’yê de tecawiza ap derket holê
 
Ji zikê zarokê cenîn hat girtin û bi lêkolîna hat kirin re DNA’yê derxist holê ku zarok  tecawiza apê xwe Abdî T re rûbirû hatiye. Zaroka ku ewil tirsiya û navê apê xwe neda, di îfadeya duyem de sûcê apê xwe vegot. Piştî cenîn hat girtin şûnde, piştî lêpirsînê zarok xistin bin parastinê.
 
Piştî mehan şûnde îdianame hat amadekirin
 
Îdianameya der barê gumanbarê ku pismamê wê de di 8’ê Mijdara 2019’an de hat amadekirin. Di îdianameyê de wiha hat gotin: “Di encama lêkolînkirina dosyayê de her çiqas Zarokê Tevlî Sûc hatiye kirin ne bavê biyolojîk yê zarokê be jî di encama îfadeya zarokê ya hatiye girtin de gumanên têr derketine holê;Ji ber sedemên li jor hatine vegotin; Ji ber sûcên avêtine ser Zarokê Tevlî Sûc bûye, bila darizandina wî girtî bê kirin û bê cezakirin.”
Gumanbar Abdî T. jî ji sûcê ‘Îstîsmarkirina Zayendî ya Zarokê’ hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.